Rojnameya Ronahî

Avakirina Kampa Ziyaretê bi dawî dibe

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bi deh hezaran welatiyên Efrînê neçar man ji Efrînê derkevin û li Şehbayê bi cih bibin. Heta niha gelek kamp ji bo Efrîniyan hatine ava kirin. Şaredariya Gel a Şêrawa bi hevkariya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan li gundê Ziyaretê kampeke din ava dikin. Tê payîn ku kamp di nava du hefteyan de bi dawî bibe.

Şaredariya Gel a Şêrawa bi hevkariya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan bê navber ji bo avakirina kampeke nû li gundê Ziyaretê dixebite. Li gorî rêveberiya kampê piştî 15 rojan wê welatiyan pêşwazî bikin.
Ji ber dagirkirina Efrînê bi deh hezaran Efrînê li herêmên Şehbayê bi cih bûne. Şaredariya Gel a navçeya Şêrawayê bi hevkariya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Efrînê ji bo welatiyên Efrînê kampeke nû li gundê Ziyaretê ava dike.
Şaredariyê heta niha cihê 40 konan bi dawî kiriye. Her wiha xebat hê jî berdewam dikin. Li gorî rêveberiya kampê tê payîn ku di 15 rojan de kamp amade bibe.
Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel Mihemed Elo axivî û wiha got: “Em ji bo amadekirina kampê dixebitin. Me gelek pêngav bi dawî kirine. Niha em di pêngava dawîn de ne û wê di 15 rojan de kamp welatiyan pêşwazî bike.”
Ev kamp, kampa pêncemîn e ku ji bo welatiyên Efrînê li navçeya Şêrawa tê avakirin…ANHA