Rojnameya Ronahî

Li Şêxmeqsûdê sûka gelêrî vebû

Şaredariya Helebê bazareke gelerî li taxa Şêxmeqsûd vekir.
Şaredariya Gel a Helebê bi armanca peydekirina cihekî ji bo firotinê û birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê bazareke gelerî ji firoşkarên taxa Şêxmeqsûd re vekir.
Bazar li beşê rojhilatê taxê hate vekirin. Rûpîvana bazarê 900 m2 ye û wê têde hemû pêdivî ji (Şênkahî, cil, alavên xwarin û vexwarin hwd) bêne firotin.
Bi dehan şêniyên taxê beşdarî vekirina bazarê bûn.
Di vekirina bazarê de Hevseroka Şaredariya Gel a Helebê Valentîna Ebdo axivî û vekirina bazarê li welatiyan pîroz kir.
Valentîna destnîşan kir ku ev bazar ji bo firoşkaran jêdereke aborî ye.
Endamê TEV-DEM‘ê yê Helebê Mehdî Bîlal jî axivî û anî ziman ku jiyan li taxa Şêxmeqsûdê vedigere û pêwîstiyên şêniyan zêde dibe. Ev bazar bi armanca rêxistinkirina tevgera çûnûhatinê û peydakirina pêwistiyên welatiyan hate vekirin…ANHA