Rojnameya Ronahî

‘Ji bo pêşxistina perwerdeyê minhac tên nûkirin’

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevserokê Saziya Minhacan Hevend Ibrahîm diyar kir ku ji bo pêşxistina asta perewerdeyê wê minhacên perwerdeyê bên guhertin û nûkirin, ev yek jî wê sê salan dirêj bike.

Saziya Minhacan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji bo pêşxistina pêvajoya xwendin û perwerdeyê kar û xebatan dimeşîne, ji bo guhertina minhacên perwerdeyê ji refên asta seretayî, navîn û amadeyî guhertina minhacan di her du zimanan kurdî û erebî de tê kirin, tê zanîn ku herî dawî nûkirin û guhertina minhacan di sala 2012`an de hate kirin.

Derbarê kar û xebatên ku Saziya Minhacan daye destpêkirin ji bo nûkirin û guhertina minhacan, hevserokê Saziya Minhacan Hevend Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

Hevend Ibrahîm da zanîn ku zêdeyî salekê ye ji bo nûkirin û guhertina minhacên perwerdeyê kar û xebat tên kirin û wiha domand: “Pêvajoya guhertina û nûkirina minhacan li ser sê qonaxan wê bê kirin û di dema heyî de qonaxa yekemîn ber bi dawî ve diçe. Ji bo wê  nîqaş tên kirin û li gorî van nîqaşan pirtûk tên sererastkirin. Herwiha guhertina minhacan wê li ser sê salan bê dirêjkirin da ku bandor li xwendekaran neyê kirin.”

‘Guhertina minhaca wê li ser 3 qonaxan pêk bê’

Hevend Ibrahîm wiha pê de çû:”Qonaxa yekem wê minhacê refa 1, 4, 7 û 10 bê guhertin, ev guherîn wê di havîna 2024`an berdewam be û sala xwendinê ya 2024- 2025 wê bikeve miriyetê.”

“Wê xwendina refên 2, 5, 8 û 11 li gorî minhacê heyî bê dayîn, wê di qûnaxa duyemîn de di sala xwendinê ya 2025-2026 bê guhertin.”

“Qûnaxa sêyemîn wê minhacê refên 3, 6, 9 û 12 bê guhertin, li gorî guhertinên di qonaxa duyemîn de, wê di havîna sala 2026`an bê domandin, herwiha di sala xwendinê ya 2026-2027’an wê bikeve miriyetê.”

Hişmendî û naveroka minhacan

Hevend Ibrahîm bal kişand ser hişmendî û naveroka minhacan ya ku ser hatiye avkirin û wiha got: ” Pîvan û naveroka minhacên xwendinê ji xwe li gorî Rêveberiya Xweser ya Demokratîk pê bang dike, weke biratiya gelan, jiyana hevbeş, wekheviya di navbera her du zayendan, tundiya li dijî jinê, rêzgirtina ji kesên din re û qebûlkirina cudahiyê, herwiha zarokan dûrî hizir û ramanê nijadperestiyê bikin û rêzgirtina ji tehavî olan re bê kirin.”

 Rewşa perwerdê li herêmê

Hevend Ibrahîm tekez kir ku rewşa perwerdê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî baş derbas dibe û wiha zêde kir:”Bingehên pêşketina xwendinê li herêma me heye, pisporên di warê xwendinê de hene, dibistan û zanîngeh hatine avakirin, hejmara mamosteyan pir başe û têrî perwerdekirina xwendekaran dike, asta fêrkirin û dersdayînê başe, dema derfet hebe em ê zêdetir hewil bidin da ku pêşketinê di warê perwerdeyê de çêbikin.”

Ji bo pêşketina perwerdê

Hevend Ibrahîm derbarê pêşketina perwerdê wiha anî ser ziman: “Gelek mijarên cuda me nîqaş kirin ji bo pêşketina perwerde di nav de êm ê hewil bidin da ku di aliyê xweza, jîngeh û parastina wê herwiha paqijiya kolan û bajaran weke hişyariyekê çêbikin, ev jî wê bikeve minhacê nû, em ê bi awayekî baş ji xwendekran re pêşkêş bikin, mijar pirin lê ev yên sereke ne.”

Hevserokê Sazîya Minhacan Hevend Ibrahîm tekez kir ku bi guhertinên nû di bernameyan de armanca wan pêşxistina perwerdeyê ji aliyê zanistî ve ye, lê zêde kir: “Em hewl didin ku rêbaza xwendinê ya hifiz ji holê rakin û aliyê lêkolînê li cem xwendekaran pêş bixin.”