Rojnameya Ronahî

Bi hatina havînê re zehmtiyên koçberan zêdetir dibin’

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku bi hatina demsala havînê re êşa koçberên di kampan de zêdetir dibe. Herwiha Ehmed destnîşan kir ku tenê Rêveberiya Xweser û hin saziyên xwecehî alîkariya koçberan dikin.

Di destpêka aloziya Sûriyeyê û rûdana şer li gelek herêman, jimarek mezin ji malbatên Sûrî neçar man ku berê xwe bidin herêmên bi ewle yên dûrî bombebarankirinê, weke herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê an jî koçber bibin weletên derve.

Di Adara 2018’an de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û dagirkirina Efrînê jî bû sedema koçberkirina zêdetirî 400 hezar ji şêniyên Efrînê ku bi darî zorê ji bajarê xwe hatin dûrxistin.

Di 9`ê Cotmeha sala 2019`an jî dewleta Tirk dîsa êrîşeke dagirkeriyê li ser herêmên din ji Herêma Bakur û Rojhailtê Sûriyeyê pêk anî, nêzî 500 hezar sivîl ji bajarê Serê Kaniyê, Girê Spî, Til Temir û Zerganê neçarî koçberiyê bûn.

Li Herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê 17 kampên mezin ji bo koçber û penaberan hatine avakirin û bi hezaran kes li van kampan niştecihbûne.

Li gel vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokraîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewil dide ku pêdiviyan ji xwarin, cih, xizmeta tenduristî û perwerdeyê li gorî îmkanan ji şêniyên kapan re peyda bike. Tevî derfetên kêm jî, Rêvebriya Xweser kar û xebatê xwe dimeşîne. Bi hatina werzê havînê êşa şêniyên kampan zêde dibe di tevahî warên jiyanê de ji ber kêmbûna avê û qûtbûna elktrîkê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker.

Hejmara kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampên fermî yên ku Rêveberiya Xweser wan birêve dibe 17 kampin, ji wan 6 li herêma Cizîrê ne û navên wan Hol, Erîşa, Serêkaniyê, Waşokanî, Roj û Newroz e.

Yek li Dêra Zorê ye navê wê Ebû Xeşeb e.

Yek li Reqa ye navê wê Girêspî ye.

2 kamp li Tebqa ne navê wan jî El-mehmûdiyê û El-tiwêhîna ne.

2 Kamp li Minbicin û navên wan Elşerqî Elqedîm û Elşerqî Elcedîd in.

5 kamp li herêma Şehba ne navên wan Efrîn, Elşehba, Veger, Serdem û Berxwedan in.

Kesên ku di van kampan de jiyan dikin ji herêmên cûda ne û dabeşî sê beşan dibin, beşek ji wan koçberên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe derketine, wek Newroz, Serêkaniyê, Waşokanî, Girêspî û herêmên Şehba di van kempan de xelkê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ne, beşa duyem kampa Roj û ya Hol malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne, piraniya wan xelkên ji welatên ereb, Ewropî û hin di nav wan de Sûrî jî hene,  beşa sêyem jî kesên ku ji bin kontirola Hikûmeta Şamê derketine û li hin kampan bicih bûne. Kampa Erîşa piraniya kesên tê de ji Dêra Zorê ne û Kampa Ebû xeşeb jî xelkên Dêrazorê yên ku ji bin desthilatdariya  hikûmeta Şamê reviya ne li wir bi cih bûne, her du kampên li Tebqa kesên ku têde jiyan dikin ji Dêra Zorê, Hema, Himis,Tedmur û gundewarên Helebê ne, herwiha kesên ku cihê xwe di her du  kampên li Minbic de digrin xelên Helebê û gundewarên wê ne.

Derbarê zehmetiyên ku koçber di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin û bi taybet bi hatina werzê havînê, serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji rojnameya me re axivî.

Şêxmûs Ehmed di destpêkê de balkişand ser rewşa kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Rewşa penaberên ku di kampên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin û ji hêla saziyên navdewletî ku girêdayî Netewên Yekbûyî ve nehatine nas kirin, pir zehmete. Di sala 2018`an de Efrînê û di sala 2019`an de jî Girê Spî û Serê Kaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin. Ji ber wê xelkên wan deveran koçber bûn û li kampan bi cih bûn, lê ji wê demê de û heta niha saziyên navdewletî tu alîkarî ji bo wan pêşkêş nekiriye. Tenê Rêveberiya Xweser alîkariyê pêşkêş dike.”

Şêxmûs Ehmed destnêşan kir ku Rêveberiya Xweser 17 kampan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêve dibe, lê Netewên Yekbûyî ji bilî 5 kampan alîkariyê pêşkêş nake, ev dihêle ku barê Rêveberiya Xweser giran bibe.

Şêxmûs Ehemd wiha domand: “Rêveberiya Xweser van kampan bi rêk û pêk dike bi destekdayîna hin saziyên xwecihî alîkariyan pêşkêşî şêniyên kampan dike. Di demsala havînê de mijara herî bi êş ku koçber jiyan dikin tunebûna avê ye, saziyên girêdayî Netewên Yekbûyî raghand ku ew ê ji bo kampên Şehba avê peyda bike û destekdayînê bide, lê di milê kampa Serê Kaniyê û Waşûkanî de pir zehmete peydakirina avê, ev yek jî ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji sala 2019`an ve  ku av  hatiye qutkirin, ji ber vê yekê ava derdorê tê pêşkêşkirin lê ew jî nepaqije û ji neçarbûnê tê bikaranîn û dibe sedema pir nexweşiyan.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku Rêvebriya Xweser ji bo pêdiviyên rojane, jiyanî, parastin û rêvebriya kampan xebatan dimeşîne û wiha got: “12 kamp bi temamî Rêvebriya Xweser û saziyên xwecihî xwedî li wan derdikevin, lê ji ber hejmara zêde bar giran dibe û pir zehmetî derdikevin. Divê destkedayîn bê kirin ji hêla tenduristî, guhertina çadiran û peydakirina avê, mijarên perwerdê û xizmetguzariya rojane ve.”

Şêxmûs Ehmed wiha pê de çû: ” Weke Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan di Rêvebriya Xweser de li Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê divê desteyên me têkevin warê kar û pratîkê de û alîkariya me bikin ji ber ku saziya tenduristiya cîhanî kar û xebatên xwe di kampan de bi wayekî fermî di dawiya meha Adarê de sekinandin e, ji ber vê yekê divê desteya tenduristî alîkariyê bide, wekî din Desteya Perwerdeyê. Têkiliyên me bi her cihên ku karibin alîkaiyê pêşkêş bikin heye da ku valatiyên ku hene bên dagirtin.”

Kampên ku herî zêde zehmetiyan dikşînin

Şêxmûs Ehmed bal kişand ser kampên ku herî zêde êş û zemetiyan dikşînin û wiha got: “Di serî de kampên ku kêmanî tê de derdikevin kampa Waşûkanî, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Kampên Şehbayê ji ber dûrpêçkirina hikumeta Sûriyê hem ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dihêle ku pêşkêşkirina alîkariyan zehmet bibe.”

Serokê Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed axaftina xwe wiha qedand: ” Dibe ku pirsgirkek mezintir derbikeve û bar girantir bibe, ew jî mijara vegerandina koçberan yên li welatên cîran, nîqaş hatiye kirin ku bên vegerandin weke koçberên kampa Rukban ya li ser sînorê Urdin û welatên din jî. Hikumeta Sûriyê dibêje ew nikare pêşwaziya wan bike ji ber ku derfet tune ye, di vir de dibe ku bên milê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev yek wê bihêle zehmetiyên li ser milê Rêveberiya Xweser mezintir bibin.”