Rojnameya Ronahî

Di Roja Cîhanî ya Penaberan de; êş û azarên  Penaberên Sûriyê

Jîn Hisên/ Qamişlo

Bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan, her sal di 20`ê Pûşberê de çalakiyên cûda tên li darxistin. Tevî derbasbûna 12 salan di ser kirîza Sûriyê re, lê tu çareserî ji penaberên Sûriyê re nehatiye dîtin û hêzên navneteweyî bazaran li ser wan dikin.

Li cîhanê şer û pevçûn li gelek welatan berdewam e, şerên ku bi salan hatibû sekinandin jî, dîsa dest pê kir û pê re rojane gelek mirov têne kuştin, birîndarkirin û bi hezaran jî ji bo parastina canê xwe û peydakirina jiyaneke bi ewle dest ji welatê xwe berdidin û li welatên din dibin penaber.

Wateya peyva Penaber

Ew kesê ku neçar dimîne dev ji welatê xwe berde û dûrî axa xwe jiyan bike, da ku canê xwe biparêze ji ber tirsa nijadperestî, ol, an jî ramanên wan yên siyasî. Herwiha dibe ku ji ber rewşa welat ya şer di heman demê de hikumet bi xwe gefeke mezin ser jiyana wan be.

Raghandina Roja Cîhanî ya Penaberan

Neteweyên Yekbûyî (NY) her sal di 20’ê Pûşberê de çalakî û şahiyan li dar dixe da ku balê bikşîne ser êş û azarên penaberan.

Meclisa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 4’ê meha Berfanbara sala 2000`î de, biryar dabû ku her sal 20’ê Pûşberê weke Roja Penaberan ya Cîhanê (World Refugee Day) were pîroz kirin.

Roja 20`ê Pûşberê Roja Penaberê Efrîqî dihat naskirin, berî ku Komeleya Netewên Yekbûyî bi awayekî fermî bike rojeke cîhanî ji bo penaberan.

Zêdebûna hejmara penaberbûna bi zorê

Li gorî Netewên Yekbûyî di (13`ê Pûşberê 2024) raghand ku hejmara penaber û koçberan ên ku neçar man dev ji mal û welatê xwe berdin bi sedema şer, tundî û zordariyê, di dawiya meha Nîsanê de gihaşt 120 Milyon mirovî li tevahî cîhanê û hejmareke her ku diçe zêde dibe .

Herwiha Komîseriya Bilind ya Kar û Barên Penaberan diyar kir ku koçberkirina bi darê zorê di tevahî cîhanê de ket sala 12`an û bi awayekî domdar bilind bû û gihaşt asteke rekorê. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, Filippo Grandi tekez kir ku şer” sedemeke bingehîne ji koçberkirina komî re ye.”

Herwiha Komîseriya Bilind di rapora xwe de got ku di dawiya sala borî de hejmara penaber û koçberan ên bi darê zorê li tevahî cîhanê gihaşt 117 milyon û 3 hezar mirovî. Û zêde kir; piştî derbasbûna nêzî çar mehan ji wê dîrokê ve, hejmar zêdetir bû û gihaşt 120 Milyon Mirovî.

Pevçûn û penaberbûn

Welatên Ereb bû şahidê rêzeşoreş û pevçûnên çekdarî yê navxweyî, di encama van pevçûnan de hejmareke mezin ji penaberên ku ji rewşa şer reviyan û li şert û mercên jiyanî yên baştir geriyan; derket. Domandina kuştin û pêvçûnan hişt ku alozî û rewşên zehmet di welatên weke Sûriyê û hwd.. derkeve.

Tevahî penaberên ku dev ji xaka Sûriyê berdan û sînor derbas kirin di salên borî de, li welatên cîran bi cih bûn, weke Tirkiyê, Libnan, Urdin, Misir, Îraq û li dewletên Ewropî belav bûn.

Jiyana penberên Sûriyê bi êş û zehmetiyan re derbas dibe, ji ber kêmbûna cihên bi ewle, zehmetiya dîtina kar û bêparbûna ji xwendinê, nijadperestiya li hember wan tê kirin ji hêla hin dewletan bi giştî jiyaneke tijî hurguliyên mirinê tê jiyan kirin.

Hin xalên hevpeymana sala 1951`ê ya derbarê penaberan

Li gorî hevpeymana sala 1951`ê ya derbarê rewşa penaberan de , nabe bi tu awayî penaber ji bo welatên ku jê hatine, werin vegerandin, bi taybet ku ku li wî welatî şer û metirsî li ser jiyanan penaberan hebe. Tevî ku piraniya welatên cîhanê li ser vê xalê imze kirine jî, lê ev peyman li ser destê gelek dewlet û hêzan tê binpêkirin û penaber bi darê zorê tên vegerandin.

Vegeranadina penaberê Sûriyeyî bi darê zorê

Ji nav dewletên ku welatiyên Sûrî berê xwe danê ji ber rewşa şer Tirkiyê ye, îro rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê pir xirabe, êş û zordarî, nijadperestî, nebûna kar û îstsmarkirin tevahî ev cûreyên mafên ku di hevpeymana sala 1951`ê ya derbarê rewşa penaberan li Tirkiyeyê tê binpêkirin, em ji bîr nekin vegera bi darê zorê ku dewleta Tirk dabû destpêkirin û bi hezaran ji welatiyên Sûriyeyî vegerandin cihên ne bi ewle weke herêmên di bin dagrkeriya wê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hwd.., ji bilî vê yekê dewleta Tirk mijara penaberan weke kaxizeke serkeftinê bi kar anî ji hêla aborî û hilbijartinên navxweyî. Tevahî ev bipêkirinên derheqê penaberên Sûriyê û li dijî mafên mirovahiyê ne ku tê kirin ji hêla dewleta Tirk, ji hemû mafên penaberbûnê bêparin, lê tişta bi êş bêdengiya raya giştî bêyî ku tu bertekan nîşan bide.

Li Libanê jî di demên dawî de penaberên Sûrî rastî tengavbûn, nijadperestî û hemleyên ewlehiyê hatin, ev tehîdeke mezin e ji bo penaberên Sûriyeyî bi awayekî zelal di daxuyaniyên berpirsyarên Lubnanî de hate xuyanî kirin ku berpirsyartiya aloziyên Lubnanê dixin ser milê penbaerên Sûriyê. Weke faktoreke serkek ji aloziyên aborî û ewlehî dibînin. Hikumeta Lubnanê penaberên Sûriyê di şert û mercên zehmet dihêle bêyî peyda kirina piştgiriya ewlehî ya lazim, ev yek tehdîdeke rastî ye ji mafên mirovan û ewlehiya li herêmê, divê ku tedbîrên ji bo başkirina rewşa penberan li Libanê û misogerkirina parastina wan ji nijadperestiyê û tehdîdên ewlehî bê kirin.

Di heman çareçoveyê de li Iraqê binpêkirinê li dijî mafên penaberbûnê hate kirin, di dema dawî de hikumeta Iraqê hemleyek vergerandina bi darê zorê dabû destpêkirin, da ku penbaerên Sûrî vegerîn in welatê wan. Gelek hemwelatiyên Sûriyeyî li hember xeteriya vegerandina bi zorê hatin, gelek ji wan hatin vegerandin û radestî hikumetê hate kirin.

Vegerandina bi zorê û xeteriyên wê

Di nava pirsgirêkên ku penaberên Sûrî li welatên cîran jiyan dikin ya herî bi xeter vegerandina bi zorê ye, ev yek tehdîdek mezin e ser jiyana penaberan, ji ber ku rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê ne guncawe, rewşa şer berdewame herwiha êrşîn dagrekeriya Tirk û gefên wê bi destpêkirina operasonên şer xeteriyek mezin li ser jiyana penaberan dike, nemaze rewşa jiyanî ya zehmet, kêmbûna kar û qutkirina elktrîkê û avê ji ber hedefgirtinên dewleta Tirk li ser stasyonên xizmetguzariyê.

Di Roja Cîhanî ya Penaberan, penaberên Sûriyê li dewletên cîran jiyana xwe di şert û mercên aborî û civakî yê zehmmet derbas dikin, ya herî zehmet li Tirkiyê û Lubnanê ku bi sedema xîtabên nefretê li wan tê kirin.

Dema ku em Roja Cîhanî ya Penaberan a sala 2024`an bi bîr tînin, em qurbanî û cesareta bi mîlyonan mirovên ku ji ber pevçûnan an jî karesatên xwezayî neçar mane ku mal û welatên xwe biterikînin ji bo parastina malbatên xwe û misogerkirina jiyana xwe bi bîr tînin.

Penaber her tiştî li pey xwe dihêlin, di nav de debar û pîşeyên xwe û dest bi jiyana nû li cihên nû dikin, carinan tenê çend kîlometran dûrî sînorên welatê xwe dibe ku hîn jî mezin xuya dike, malên xwe ku dibe ku careke din nebînin bibîr tînin.

Divê dewletên ku bendên mafên penaberbûnê binpêdikin, çaveke din li siyaseta xwe binêrin û li gorî hevpeymana 1951`ê tev bigerin.