Rojnameya Ronahî

Jiyan li Reqa’yê roj bi roj geş dibe

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê jiyan roj bi roj li bajêr geş û zindî dibe.
Salek li ser rizgarkirina Reqayê re derbas bû. Jiyana civakî li bajêr roj bi roj pêş dikeve û aramî li bajêr rûdinê. Gelek dikan û navendên tenduristiyê ji nû hatin vekirin. Niha bajar gelekî geş bûye û tevgera welatiyan li kolanan zêde buye.
QSD’ê ve di 17’ê Cotmeha sala 2017’an de, Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Di encama dagirkerî û wêrankariya DAIŞ’ê de sûkên bajêr, dikan, nexweşxane û firin gelekî wêran bûn.
Sûkên bajarê Reqayê ji nû ve geş bûne. Dikan hatine vekirin û bi taybet li kolanên Girê Spî, El-Mensûr, El-Wadî, 32’yê Sibatê û El-Amasî. Welatî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe diherikin sûkan. Heta niha derdora 5 hezar û 500 dikan hatine vekirin.
Têkildarî mijarê xwediyê dikaneke şîraniyan li kolana Girê Spî bi navê Ebû Ehmed wiha got: “Dikana min mîna gelek dikanan wêran bû. Lê niha ez ji nû ve dixebitim. Tevî gelek astengiyan lê dikan mîna berê tên vekirin.”…ANHA