Rojnameya Ronahî

Li Şehbayê spora jin xwe birêxistin dike

Li herêma Şehbayê xebatên rêxistinkirina sporê heta astekê hatiye. Yekîtiya Werzîşê xebatên avakirina tîmên taybet yên jinan berdewam dike. Di encama van xebatan de Tîma Berxwedan û Tîma Til Rifeh hatin avakirin. Endamê Rêveberiya Yekîtiya Werzişê Nezîr Ehmed Kor Misto derbarê mijarê de diyar kir ku weke hemû qadan jin wê di xebatên sporê de jî pêşengiyê bikin.

Yekîtiya Werzişê bi destek û perspektîvên Desteya Ciwan û Werzişê, demeke li ser amadekirina tîmên taybet ên jinan dixebite. Di encamê de di mîhrîcana Dengvedana Efrînê de du tîmên fotbolê yên jinan (tîma Berxwedan û Tîma Tir Rifet) hatin avakirin.
JIN DI SPORÊ DE JÎ PÊŞENG E

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Werzişê Kaptên Nezîr Ehmed Kor Misto girêdayî mijarê ev agahî bi me re parve kir: Jina Kurd di

pêvajoya Şoreşa Rojava de isbat kir ku ew hêza pêşeng a civakê ber qezencên mezin ve dajoye ye. Di bin siya Rêveberiya Xweser de jin pergala demokratîk a gelan bi rê ve dibe

. Çawa ku di hemû aliyan de jin xwedî rola sereke ye, di sporê de jî pêşeng e. Kaptên Nazîr bi bîr tîne: Li Efrînê gelek tîmên cuda yên jinên ciwan hebûn. Li ser navê Efrînê beşdarî gelek kûpa û pêşbirkên sporê yên li ser asta Efrîn, Rojava û Kurdistanê bibûn. Di hemûyan de jî xwedî radeyên zorbaş bûn.

JIN XWEDÎ KEDA ENCAMGIR E 
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Werzişê Kaptên Nezîr behsa serdema piştî koçberiya bi zorê ya gel û werzişvanên Efrînê kir û ev tişt anî ziman: Werziş jî nola hemû aktîvîteyên civakî bi dagirkirina Efrînê re bi bandor bû. Werzişvan û werzişkerên Efrînê fena gelê xwe li Şehbayê tevî malbatên xwe bi cih bûn. Yekîtiya Werzişê û Desteya Ciwan û Werzişê çawa ku li Şehbayê bi cih bûn, li ser endamên xwe geriyan û ew komî ser hev kirin. Bi vî awayî, me tîmên xwe ji nû ve ava kirin. Kaptên Nezîr di dewama axaftina xwe de got: Ta niha du sê tornoveyên sporê li Şehbayê hatine lidarxistin. Mîhrîcana Dengvedana Efrînê jî çalakiya serencam a ked û karê ciwanên Efrînê ye.
TÎMÊN JINAN TÊN AVAKIRIN
Derbarê herdu tîmên jinan ên fotbolê de Kaptên Nezîr wiha dirêjahî da gotinên xwe: Mehek zêde em li ser amad

ekirina herdu tîman dixebitin. Hema beriya mîhrîcanê bi 15 rojan herdu tîman dest bi werzişkariyê kirin û demildest beşdarî sêyemîn roja mîhrîcana Dengvedana Efînê bûn. Kaptên Nezîr tekez kir: Tîmên jinan jî girêdayî Yekîtiya Werzişê ne. Wê heftane du rojan perwerde û werzikariya xwe bibînin. Kaptên Nezîr destnîşan kir: Piştî vê mîhrîcanê hewldan heye tîmên jinan li Kampa Serdem, Babinis û gundên dîtir ên Şehbayê bên avakirin. Wê dabînkirina pêdiviyên hemû tîman jî li ser milê Yekîtiya Werzîşê be.

ŞOREŞA ROJAVA HER SERKEFTIN E
Endamê Rêveberiya Yekîtiya Werzişê Kaptên Nezîr Ehmed Kor Misto di dawiyê de got: Şoreşa Rojava her em fêrî serkeftinan kiriye. Avakirina tîmên jinan li Şehbayê destkeftiyeke Şoreşa Rojava ye. Wê ciwanên me bi çalakiyên xwe yên sporê, bi ruhê Berxwedana Serdemê ji nû ve xwe birêxistin bikin û wê di mewziyên rizgarkirina Efrînê de cihê xwe bigirin.
Hêjayî gotinê ku Mîhrîcana Dengvedana Efrînê di bin diruşmeya (Ciwanên şoreşger û gelê niştimanperwer serî hildin, Efrîn li benda me ye) li Şehbayê çar rojan dewam kir. Di mîhrîcanê de li kêleka çalakiyên spor û lîstikên gelêrî pêşbirkên zanistî, helbest, stran, govend, şano, çandina daran, pêşbirka xwarinê û axaftin hebûn.