Koçerên ji bo çêrandina heywanên xwe çûbûn Zozanê Feraşînê, vedigerin.
Koçerên li navçeya Silopiya û Hezexê yên Şirnexê ji bo çêrandina heywanên xwe çûn zozanan, bi hatina zivistanê re vedigerin. Koçerên ji havînê ve çûn Zozanê feraşînê ya li sêgoşeya Şirnex, Colemêrg û Wanê ye, piştî rêyeke 4 rojan daketin Bêşebabê. Koçer di rêyên bi qeraç de bi rojan dimeşin.
Koçer Tahir Işik, diyar kir ku ji meha Gulanê ve ew çûne Zozanê Feraşînê. Tahir, destnîşan kir ku 15 sal in ew di heman rêyê de diçin û tên û ji ber ew li Zozanê Feraşînê sewalvaniyê dikin kêfxweş in. Tahir ku ji bo Zozanê Feraşînê dibêje “Li cîhanê cihê herî xweş”, diyar kir ku ji ber operasyonên leşkerî ew carinan bi zor û zehmtiyan re rû bi rû dimînin. Tahir, anî ziman ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê sala bê jî biçin zozanan.
Nûreddîn Işikê 56 salî ku ji zarokatiya xwe ve koçertiyê dike, anî ziman ku ew bi berên heywanan debara xwe dikin. Nûreddîn, diyar kir ku ew ê biçin deştên li hêla Silopiyayê û ji ber ew koçertiyê dikin ew kêfxweş in…MA