Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û artêşa Tirk a dagirker careke din li ser sînorê Minbicê dewriya hevpar kirin.
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û artêşa Tirk a dagirker li devera di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û deverên di bin dagirkeriya Tirkiyê de yên li rojavayê Minbicê tev digerin û dewriyeyên hevbeş kirin.
Li devera ku her du dewriyeyên hevbeş rastî hev hatine balafirên keşfê bê navber digeriyan.
Hêzên Koalîsyonê û artêşa Tirk a dagirker ji 1’ê Mijdarê ve dewriyeyên hevbeş dikin û li gorî lihevkirina wan heftane wê carekê dewriyeyên xwe dewam bikin.






