Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derbeya Dozgeran

08/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jana dîrokî; Bêbextî
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Derbeya dozgeran a ku di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijber Meclîsê destpêkiriye berdewam dike. Duh di ermanca wan de wekîlên HDP’ê hebûn îro hemû wekîlên muxalîf hene.
Erdogan hewla darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an ji xwe re weke “Lutfa Xweda” dît hemû sazî û dezgehên dewletê xistin bin xizmeta pêkanîna derbeya xwe ya siyasî. Pratîka dozgeran nîşan dide ku di pêkanîna derbeya xwe de rola herî girîng û stratejîk Erdogan daye dozgeran. Bi destê dozgeran muxalîfên xwe hemûyan tasfiye dike, Meclîsa Tirkiyê bê wate û bê deng dike, civakê ditepisîne û teslîm digre.
Ji bo lêpirsîn û doz vekirinan referansên dozgeran êdî ne zagonin û ne jî makezagone. Armanca wan ne pêkanîna serweriya makezagonê ye. Referansa wan Erdogane û yekane armanca wan jî pêkanîna serweriya desthilatdariya Erdogan a otokratîk e. Li dijber pêkhatina desthilatdariya Erdogan a Otokratîk benda herî mezin hebûna siyaseta Kurdê berxwedêr û hebûn Meclîsa Tirkiyê ye.
Lewre di 4’ê Mijdara 2016’an de derbeya dozgeran a yekemîn di şexsê siyaseta Kurdê berxwdêr de li dijber Meclîsê pêk hat. Bi darbeya dozgeran herdû hevserok jî di navde 12 wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin û 9 wekîl hêjî di zîndanê de ne. Di berdewama darbeya dozgerande 96 şaredariyên Kurdan hatin xespkirin, 53 hevserokên şaredariyan û 6 hezar endamên HDP’ê niha di zîndanan de ne.
CHP ya ku di meclîsê de “her çiqasî li dijî makezagonê be jî” bi piştgiriya dengên xwe ji derbeya dozgeran re bingeh ava kir û hinek muxalîfên derûdor ên ku li bendê bûn derbeya siyasî tenê bi tasfiyekirina siyaseta Kurd ve sînorkirî bimîne di demeke kinde dîtin ku di xeflete ke mezin de ne. Cinawirê ku ji bo tesfiyekirina kurdan mezin kirin li wan zivirî.
Bi awayeke derhiqûqî girtina wekîlê CHP’ê Enîs BERBEROĞLU û wekîla HDP’ê Leyla GUVEN û piştî hilbijasrtinan bi binpêkirina makezagonê neberdana wan, piştî reqneyên li dijî AKP’ê bi cezaya ji meclîsê dûrxistinê cezakirina wekîlê HDP’ê Ahmet ŞIK, û herî dawî jiber reqneyên li dijî AKP’ê li wekîlê SAADET’ê Cîhangîr ÎSLAM dozvekirin hewldanên berdewama derbaya dozageran in.
Xala makêzagonê ya 83/1 wiha dibêje; “Endamên Meclîsa Mezin a Tirkiyê di derbarê xebatên xwe yên meclîsê de, ji deng û axaftinên xwe, ji fikir û ramanên xwe yên ku di meclîsê de bînin ziman û heke meclîs biryareke cuda negirtibe li derve dubare ji vegotin û parvekirnên wan berpirsiyar nayên girtin.”
Wateya xala makezagonê gelek zelal e. Ji bo ku mirov fêm bike ne hewceye mirov dozger û hiqûqzan be. Ji bo fêmkirinê hindik aqil têrî dike. Ser Dozgerê Eneqerê yê ku ji ber axaftina wî ya meclîsê li wekîlê SAADET’ê Cîhangîr ÎSLAM doz vekiriye gelo nizane makezagonê bin pê dike. Bê guman ji me hemûyan baştir dizane. Lê Serdozgerê Enqerê ji xwe re makezagonê referns nagire otokrasiya Erdogan referans digre. Di referansa otokrasiya Erdogan de li ser îradeya Erdogan îradeyeke din nayê nasîn û nayê qebûlkirin. Lewre di armanca dozger de tinekirin û teslîm girtina îradeya meclîsê heye, bê dengkirin û çewistandina meclîsê heye, di encam de ji Otokrasiya Erdogan re xizmetkarî heye.
Otokrasiya Erdogan dixwaze bi destê dozgeran hemû dengên muxalîf qut bike. Civakê ker û kor û lal bike. Heke li ser kursiya meclîsê azadiya axaftina wekîl tune be wê azadiya axaftina kî/kê hebe? Êdî kî dikare li vî welatî qala demokrasiyê û azadiya xwe îfadekirinê bike?
Ez bawer dikim hemû derûdorên muxalîf êdî dizanin ku her çiqasî armanca derbeya dozgeran ya sereke tesfiyekirina siayseta Kurd be jî armanca wan a mezin tafiyekirina hemû muxalîfane, bêwate û bêdengkirina meclîsê ye. Yên ku di meclîsê de bi dengên xwe bingeh ji darbeya dozgeran re afirandin û yên ku di bêdengiya xwe de li tesfiyekirina siyaseta Kurd temaşe dikirin niha bi awayeke şermok qala avakirina eniya muxalîf dikin. Qala xwedî derketina li îradeya meclîsê dikin.
Derbeya li dijber Meclîsê pêr bi wekîlên HDP’ê dest pê kir, duh bi wekilên CHP’ê dewam kir, îro bi wekilê SAADET’ê û sibê jî wê bi wekîlên cuda berdewam bike. Tenê tiştek dikare vê derbayê rawestîne. Ew jî ji pêkhatina hemû beşên muxalîfan avakirina eniya muxalefetê ye.

An wê hemû muxalîf di nava tifaqê de berxwedana xwe mezin bikin an jî wê yek bi yek bi darbeya dozgeran tasfiye bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.