Farûk SAKIK
Di sala 2005’an de li herêma Şemzînan gelek teqîn pêk dihatin. Rayedarên dewletê li hember van teqîna bêdengbûn. Armanc di nav gelde tirs û xof were afirandin ku gel herêmê terk bike. Dixwestin li vêderê herêmek tampon avabikin. Gelê herêmê jî di nav fikaran de bû, ka di pêşe roj de ewê çi bi qewimê.
Serfermandarê artêşê Yaşar Bûyukanit di daxwiyaniyek xwe de digot ku, “gelek bombe anînin Tirkiyeyê, ewê rêxistin van bombeya biteqîne.” Û ew bombeyên hetanî wê rojê jî her wekî ji aliyê PKKê ve hatin teqandin propaganda dikir.
Ev teqîn û bêdengî hetanî 9ê Mijdara sala 2005an dewam kir.
EWROJ….
Û sal 2005. 9ê Mijdarê saet di 12’an de li “Pirtûkxaneya Umûd” amedekariyê xarina firavînê hebû. Gelek rûniştvanên Şemzînan mêvan bûn. Xwediyê Pirtûkxanê, Seferî Yilmaz û mêvanên xwe ew roj wekî her rojî di sohbetek rojane de bûn.
Êrîşî pirtûkxanê kirin û 2 bombe avêtin nav bi hezaran pirtûkan. Di encamê vê teqînê de kesekî bi navê M. Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da û Metin Korkmaz jî birîndar bû.
Li ser vê yekê gelê Şemzînanê serî hilda û bi ser êrîşkaran ve çûn. Êrîşkar hên firseta bazdanê nedîtin ji aliyê gel ve hatin girtin. Wesayidek ku pê hatibûn bi destxistin. Di otomobîl de, çek, krokî, nexşe, lîsteya navên kesên ku ewê bêne kuştin û ajanda hatin dîtin. Di lîsteyek de navê, nêzî 100 karsazê Kurd hatibû destnîşankirin.
Astsubay Alî Kaya, li ser navê fermandarê demê yê Kolorduya 7emîn Yaşar Bûyukanit, belgeyên sexte çêkiribû.
Gel kesên ku li ser sûc girtibû, her çiqas nasnemeyên wan eşkere kiribûn jî, wan bi saxî radestî dewletê kirin.
Gelê Şemzînan dizanibûn ku ev bûyer bi van hersê kesan sînorkirî nîne. Wan digot ku ev bûyer îhtîmala bibe sedemê ronîkirina bi dehan bûyerên veşartî. Gel hemû belgeyên ku bi destxistibûn jî ji bo zelalkirina bûyeran ji bo destpêka pêvajoya huqûqê, radestî dewletê kirin.
Bûyera 9ê Mijdarê û li ser sûc girtina van 3 endamên Artêşa Tirk, Alî Kaya , Veysel Ateş û Ozcan Îldenîz, adres û xwediyên van bombeyan eşkerekiribû.
Yaşar Buyukanit di daxwiyaniyek xwe de digot “ez wan baş nasdikim. Ew zarokên başin”
Ew zarokên serfermandar Yaşar Bûyukanit bûn. Bûyukanit dibû kefîlê wan, wan baş nazdikir û zarokên başbûn. Wan jî di îfadeyê xwe yê dozgeriyê de digotin ku Yaşar Bûyukanit baş nasdikin û di konek de bi hevre biryara kuştinan danin.
Ew wezîfedarên dewleta Tirk bûn. Di 9ê mehê de wek wezîfedarê dewletê hatibûn Şemzînan. Ev yek jî bi belgeyên ku li ser wan bidestketin hatibû îspat kirin.
Ew Otomobîla wan ya ku wek cebilxaneyek bû, di hemû noqteyên kontrola hêzên ewlekariyê de, bê rawestandin û bê midaxle derbasbûbû. Plakaya Otomobîl wan jî 30 AK 933 bû. Ev otomobîl di bin fermandariya JITEMê bi berpirsiyariya zabitê biqidêm çawiş Ali Kaya de bû.
Nasnameyên wan ne sexte, hemû yên rast bûn. Her tişt aşkera bû. Ji bo wezifeyek ku ji fermandarên xwe girtibûn hatibûn berderê Pirtûkxaneya Umûd. Lê wezîfeya xwe hên pêkneanîbûn, ji aliyê gel ve hatin girtin. Ew roj li Şemzînan rûyê , dewletê derket holê.
ÎROJ…
Di 9ê Mijdara 2005a de dema ku di çapameniyê de dîmenên liser sûc girtina wan hatin nîşandan, ew roj li şemzînan ne bi tenê Jîtem li ser sûc hatibû girtin, di heman demê de, dewleta tirk ya ku berpirsyarê 17 hezar kuştinên failên wan nediyar, şewitandina 2 hezar gundan, koçberkirina 4 milyon Kurdî li ser sûc hatibû girtin.
Hesabên wan hevdû negirtibûn. Kurdan bi vê êrîşê pêvajoyek nû dane destpêkirin. Sucên ku bi salan bû li gel û li PKKê dikirin mal, vê carê negirtibû.
Gel êdî li kolanan bû. Ji bo ku ev bûyer bi berfireh were berpirsîn û edalet were cih ketin nav hewldanan. Piştî vê bûyerê tevlîhevî li Şemzînanê çêbû û gelê bajêr nerazîbûna xwe nîşan dan û ev bûyer bi rojan protesto kirin.






