Rojnameya Ronahî

Şertên jiyanê li kampa El-Erîşe zehmet dibin

Di rojên dawîn de baran li derdora Hesekê zêde barî, kampên koçberan ên gundewarên bajarê Hesekê tijî av bûn. Ji ber vê yekê jî êş û zehmetiyên koçberan zêde bûne. Tevî wê jî rêxistinên alîkariyê rewşa koçberan ji nedîtî ve tên.
Kampa El-Erîşe 30 kîlometre li başûrê bajarê Hesekê ye. Di 1`ê Hezîrana 2017`an hate avakirin û nêzî 9 hezar koçberên ji herêmên Dêrazorê lê dimînin.
Bi hatina zivistanê re koçberên Dêrazorê yên di kampa El-Erîşe ya bajarê Hesekê de gelek zehmetiyan dibînin. Di rojên dawî de baraneke zêde dibare, ji ber wê tevgera di kampê de zehmet dibe. Konên koçberan tijî av bûne. Pêwîstiyên zivistanê tune ne û alîkarî jî kêm e.
Gelek koçber ji ber sermaya zêde nexweş ketin. Her wiha jineke pîr, ji ber barana zêde çadira wê bi ser de hate xwarê û jiyana xwe ji dest da. Ji ber barana zêde dibistanên kampê hatin girtin. Ji ber rewşa hewa û lehiya ku li kampê çêbû, bi sedan zarok di çadirên xwe de man.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê ji destpêka ku kamp hatiye avakirin ve li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan dike. Lê tevî alîkariyên ku ji koçberan re têne pêşkêşkirin ev yek têrê nake. Ji ber hejmara koçberan a zêde ye.
Koçberê bi navê Mihemd Elî yê ji bajarê Meyadîn ê girêdayî Dêrazorê diyar kir ku ev 3 meh e ji ber şerê rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê hatiye kampê, rewşa wan pir ne baş e, ji ber ku konên wan hemû riziyayî ne baran derbasî çadirên wan dibe. Mihemed Elî diyar kir ku pêwîstiyên ku wan ji baranê biparêzin tune ne, her wiha alîkarî bi awayekî kêm ji wan re tê pêşkêşkirin.
Koçberên bi navên Mihemed Xelef û Metera El-Hecî jî diyar kirin ku ji zivistana derbasbûyî ve wan konên nû wernegirtine û destnîşan kir ku çadirên wan riziyayî ne û ava baranê derbasî hundirê çadirên wan dibe.
Koçberê bi navê Merhem El-Selame got rewşa wan pir xirab e, çadirên wan li ber ava baranê çûn, ji Komseriya Karûbarên Koçberan dixwazin çadirên nû ji wan re peyda bikin lê tu kesî alîkariya wan nekiriye.
Koçberan spasiya Rêveberiya Xweser kir lê destnîşan kir ku alîkariyên ku ji wan re têne pêşkêşkirin têrê nakin û divê rêxistinên mirovî pêwîstiyan ji wan re peyda bikin.
Bi hatina zivistanê re rewşa koçberan roj bi roj zehmettir dibe û ew li hêviya rêxistinên alîkariyê ne ku dengê wan bibihîzin û alîkariya wan bikin…ANHA