Rojnameya Ronahî

Li Bakurê Sûriyê xebatên perwerdeyê

Li Bakurê Sûriyê xebatên perwerdeyê weke pêwîstiya civakê ya sereke berdewam dike. Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê beşdarî van perwerdeyan dibin. Di perwerdeyan de li ser girîngiya neteweya demokratîk û jiyana hevpar ya gelan tê sekinandin. Akademiya Şehîd Herekol Yekemîn Dewreya Perwerdeyê ya li ser asta Bakurê Sûriyê ku berî du mehan ji bo 40 endamên Ereb hatibû vekirin bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Herekol yekemîn dewreya perwerdeyê li ser asta Bakurê Sûriyê bi dawî kir
Li Akademiya Şehîd Herekol yekemîn dewreya perwerdeyê ya bîrdozî ku ji pêkhateya Ereb re hatibû vekirin bidawî bû.
Akademiya Şehîd Herekol ya girêdayî akademiyên Civaka Demokratîk li Rojava du meh berê bi tevlêbûna 40 endamên sazî û meclisên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Dirbêsiyê yên ji pêkhateyê Ereb dewreyeke perweredê vekiribû.
Dewreya perwerdeyê navê “Şehîd Ebû Hemze” yê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû girtibû.
Di dewreyê de li ser gelek mijarên cihêreng ders hatin dayîn. Dewreya perwerdeyê roja 6’ê mehê bi merasîmekê bi dawî bû.
Di merasîma bi dawîkirina dewrê de Hevseroka Meclisa Navçeya Çilaxa Suhêla Şemo axivî û anî ziman ku dewreya perwerdeyê bi serkeftî derbas bû û diyar kir ku xeta Netewa Demokratîk hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banekê de kom kirine.
Rêvebera Akademiya Şehîd Herekol Eylan Dêrik jî di merasîmê de axivî û got: “Ev dewrê wê bibe bingeha xurtkirina rêgezê Netewa Demokratîk.”
Birayê şehîd Ebû Hemze Sair Mihsin diyar kir ku ew bi vekirina dewreya perwerdeyê bi navê birayê wî serbilind e.
Piştî axaftinan, koma Şehîd Ezîz Ereb ya girêdayî navenda çand û hunerê ya Til Hemîsê şanoyeke bi navê “Serkeftina welat” pêşkêş kirin. Her wiha koma Esala govendên gelêrî pêşkêş kirin…ANHA