Rojnameya Ronahî

Êrîşên li ser Rojava bi kêrî Tirkiyê nayên

Parlementerê HDP’ê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî êrîşên li hember Kobanê û Girê Spî tên kirin da. Mizrakli, diyar kir ku Tirkiye li hêlekê dişewite li hêla din jî gefan dixwe û got: “Tiştên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyê nayên.”
Piştî vê civîna çaralî, Tirkiyê bi topan êrîşî Kobanê û Girê Spî kir. Parlementerê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrak destnîşan kir ku Kobanê bajereke ku mohra xwe li sedsala 21’emîn xistiye û got: “Êrîşên li Koabnê tên kirin êrîşên li hemberî jiyana wekhev, azadîxwaz, aştiyane ye.” Mizrakli, diyar kir ku li Rojhilata Navîn dibe îtifaq di navbera hêzên navnetewî de çêbibe û welatên li civîna çaralî li hev civiyan ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Mizrakli, destnîşan kir hevdîtinên ku hêzên herêmî lê amade nebin wê bi ser nekevin û got: “Hin peymanên ku li hin deveran tên çêkirin, miheqeq roja wê bê ew ê berteref bibin û bi ser nekevin.”
Mizrakli, diyar kir ku Tirkiye di nava agirê li Rojhilata Navîn de ye û got: “Tirkiye li hêlekê dişewite, li hêla din gefan dixwe. Ger ev gef dewam bikin wê bibe sedema pevçûnan. Ev rewş bi kêrî gelên Tirkiyê nayê. Di pêvajoyeke wisa de pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye.”
Mizrakli, anî ziman ku piştî Tirkiye bi topan êrîşî herêmê kir, DAIŞ’ê dîsa dest bi êrîşên xwe kir û got: “Ger hûn derveyî rastiya herêmê û demê tev bigerin, wê rojê bê hûn ê sîleya dîrokê li nav çavê xwe bibînin. Ger hûn wekî xortê cirnexweş ê derdorê cirnxweşiyê bikin, hûn ê xwe li cihekî din bibînin. Divê welatekî wekî Tirkiyê hemû derfetên xwe ji bo îstikarar, çareserî, aştiyê û bihevrebûnê bi kar bîne.”
Parlementerê HDP’ê Selçûk Mizrakli, diyar kir ku hêzên navnetewî jî li hember van êrîşan xwe li bêdengiyê danîne û got: “Divê hêzên navnetewî ne ji bo xirabiyê, ji bo rastî û başiyê tev bigerin.”…MA