Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye hewl dide gelên Bakurê Sûriyê qir bike

07/11/2018
in NÛÇE
A A
Tirkiye hewl dide gelên Bakurê Sûriyê qir bike
Share on FacebookShare on Twitter

Elîzabeth Gewriye diyar kir ku AKP dewama Îttîhat Terakkî ye û got, “Dixwaze komkujiyên nû bike û Bakurê Sûriyê dagir bike.”
Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabeth Eysa Gewriye ji ANF’ê re axivî û got, “Me rêveberiyên xweser ên demokratîk ava kir ku mafên olî, etnîkî û rêveberiyê yên hemû gel û civakan nas dikin. Dema ku me destpêka sala 2014’an rêveberiyên xweser ên demokratîk ava kir, me wekhevî, biratiya gelan û edaleta civakî ji xwe re esas girt.”
Elîzabeth Eysa Gewriye anî ziman, bi saya şervanên ku Bakurê Sûriyê bi dayina berdêlên giran û bi têkoşîneke mezin ji êrîş û fikrên tarî diparêzin, ew niha li ser piyan e û got, “Bi saya têkoşîna mezin, me karîbû Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin. Ev rêveberî ne ji bo parçekirina Sûriyê, ji bo avakirina Sûriyeke nû û demokratîk ava bû. Ji bo gelên Bakurê Sûriyê xwedî îrade bin û di destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de ev îrade were naskirin û temsîlkirin ava bû.”
Gewriye diyar kir, projeya wan a demokratîk, dewleta Tirk a ku mejiyê wê ne demokratîk e aciz dike û wiha dewam kir: “AKP dewama Îttîhat û Terakkî ye. Çawa ku Îttîhat û Terakkî rabû Suryanî û Ermenî qetil kir, AKP jî dixwaze Seyfoya mîna sala 1915’an pêk bîne. Li aliyê Efrîn, Bab û Cerablûsê komkujî kir û gel ji cih û warê wan kir. Dixwaze demografiya van herêman biguherîne. Erdogan dixwaze bi rêya şerekî mezin ê herêmî Ereban, Kurdan, Suryaniyan, Tirkmenan, Ermeniyan, Çerkezan qir bike û ji Bakurê Sûriyê derxîne.”
Gewriye işaret bi projeya rêveberiya xweser a demokratîk kir û anî ziman, ev projeya wan xwedî wê hêzê ye ku dikare terora li herêmê biqedîne. Gewriye wiha dewam kir: “Hêzên me heta niha li keleha dawî ya DAÎŞ’ê şer dikirin. Tevî vê yekê jî Erdogan êrîşê dibe ser projeya me, dibe ser hêzên me. Êrîşî Serêkaniyê, Kobanê û Girê Spî dike. Dixwaze mejiyê xwe yê yekperest û şoven li ser axa me jî nîşan bide. Bi vî rengî bêhnê tîne ber terora DAÎŞ’ê û destekê dide DAÎŞ’ê.”

WELAT Û GELÊ ME HÊJAYÎ ÇARESERIYÊ YE
Elîzabath Gewriye di dawiya axaftina xwe de anî ziman kur, ji bo şerê li gelemperiya Sûriyê biqede û êdî krîz çareser bibe divê Neteweyên Yekbûyî dest li rewşê werde û wiha got: “Gelên Sûriyê bi têra xwe êş kişandin. Em dixwazin Sûriyeke demokratîk ava bikin. Ji ber ku welatê me, axa me û gelên me hêjayî vê yekê ne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.