Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Salibandî

06/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gramera faşîzma Tirk
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Selibandin, çarmixkirin e!… Kurd her du gotinan bikartînin, di wateya dardekirina Cn. Îsa de ye. Suryanî “silîbo” bi kar tînin, Tirkan ji Kurdan dizîye, çarmix bikartînin. Çarmix, ji çar bizmarên çar parsuyî ku li dest û lingên Cn. Isa dane tê…
Gelê Kurd, sed sal in tê salibandin. Tecrîd jî, salibandin e!…
Waliyê Roma, Cn. Îsa li Girê Golgata saliband. Mesîhiyên li Mezopotamya, ji wê rojê û heta îro, ji salibandinê rizgar nebûne. Roma, rengê salibandinê kirin al û li serê girê Golgata jî dêr çêkirin. Bêbextiya cîhanê!…
Roma, şargirtên Cn. Îsa avêtin ber şêran, piştre jî di şerê Xaçparêziyê de, ji bo bizmarên li dest û lingên Cn. Isa dan û darên li ser salibandin, geriyan. Mirov, şîrê xaf mihtiye û bêbext e.
Gelê Kurd jî, sed sal in tê salibandin.
Di her bexwedana Kurdan de, hêzên Tirk, herêm dorpêç kirine, tecrîd û îzole kirine û tune kirine.
Îro jî tecrîda li Imralî, îzolekirin e!… Haraketa Kurd jî, ji bilî Kurdistanê li ti deverên cîhanê têkoşîna çekdarî nekiriye, dîse jî bi navê terorê tê salibandin.
Di salibandina Cn. Îsa de, cîhan li dora Roma zalim dizîvîrî; di tecrîda li ser Birêz Ocalan de, di terorîzekirina Haraketa Azadiya Kurd de jî, cîhan li dora Tirk-î îslama zalim dizîvire.
Îro jî, gefên dagirkirina Rojhilatê Firatê û Rojava li Kurdan dixwin..
Îro jî, li sinorê Kobanê (di 1ê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhan) êrîşî Girê Spî, Koban û gundên derdora wê kirin.
Êrîş, di dema ku hêzên QSDê çeteyên DAIŞê, li baregeha dawî dorpêç kirin û ew gihandibûn ber tunekirinê, bi fermana waliyê faşîzmê Tayyip Erdogan, hêzên Artêşa Tirk ya dewşîrme, êrîş kirin, keça 6 salî û 2 ciwan kuştin.
Waliyê faşîzmê Tayyip Erdogan, xwedî bedcanekî ku têkiliya wî bi gotinên modern re nîne. Modernîte bi ademiyetê re têkildar e û xwedî “canê epîk e”, mixabin Erdogan, ji “canê epîk” dûr e. Wek şagirtê Ehreman maceraperestek e û xwedî mêjiyekî “hebîs ur” e.
Erdogan, dixwaze cîhaneke çeteyan ava bike; ev tê wateya ku li dijî nirxên pîroz yên olî û ademî şer dike; wek Waliyê Roma, ku di dema Cn. Îsa li çarmixê da, Xwedayê Mezin ji rûerdê da revandin, Erdogan jî, bi çarmixkirina Kurdan dixwaze Xwedayê Mezin ji rûerdê bidê revandin. Bi vî rengî dixwaze destanekî nû yê Humbaba binivîse.
Çeteyên DAIŞê, El Nusra û hwd. di destên Erdogan de bûne tevrê Humbaba!… Bi vî rengî dixwaze di sedsala bîstûyekê de, Kurdan li çarmixê bide. Birêz Ocalan li Îmralî, bi dopêçek polayî tecrîd kiriye; bi bombardumana her roj ya li Çiyayên Kurdistanê, dixwaze Haraketa Azadiya Kurd li çarmixê bide; Bakûr û Başûr salibandiye, berê xwe daye Rojava û Ewropa!…
Efrîn kiriye Riya Appia, li her derê darên çarmixê rêz kirine, dixwaze êrîşî Bakurê Suriye û Rojava teva bike. Li Ewropa jî, dixwaze rojnamevan, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîrên Kurd li çarmixê bide.
Cîhan, xeta navbera modern û kalsîk, serguzeşt-macerayên Don Quishot nîşan dide. Di serdema me de ev xet hatiye guhertin… Êdî xet, faşîzm û paşverûtiya Erdogan û demokrasî, maf û modernîtê ye.
Rastiyek dîrokî: Cîhan deyndarê şagirt û bawermendên Mesîh û Suryaniyan e. Îro jî, cîhana deyndarê Kurdan û Cenabê Ocalan e. Kurdan, bi paradîgmeya Ocalan, li hemberî çeteyên DAIŞê nirx û rûmeta mirovahiyê parastin.
Di sedsala bîstan de Hîtler gelên Ewropa li çarmixê dan; di sedsala bîstûyekê de Erdogan gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn li çarmixê dide. Hê jî, mirovahî bêdeng e, weytî cîhan!…

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.