Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi hêza xwe bawer kirin

06/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Polîtîk kirina hestan
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Dewleta tirk dîn û har bûye. Bi nexweşîya netewperestî û olperestî çavên xwe tarî bûne. Ji ber vê, çawa ku gayê Spanî rengê sor dibîne û êrîş dike bi heman rengî dewleta tirk jî li ku derê deskeftiyek Kurdan dibîne êriş dibe ser.
Lê em bizanin ku êrîşa tirkan ne ji ber xûrt bûyîna wan e. Berovajî, ewqas erîşên bê hesab ji ber tirsa mirinê ye. Bi gotinên wan, Tirkiye di rewşeke mirin û mayînê de ye. Hê şenbertir, rewş “Ya İstîklal ya Mirin e.” Çiqas û çendî ev raste, ew mijarek din e, lê hêzên nijadperest û olperest bi vê bawerin.
Çendî ev rast be jî, mijarên ji van girantir û girîngtir hene. Di serî de rejîma niha ya Tirkiyê gelek sûcên mirovahî kirin e. Ewqasi komkujî pêkanîne. Ewqasî piştgiriya DAİŞ ê kirine, teror ixraca derve kirine. Bi dehan mirovên sivîl qetilkirin e. Her wiha li Tirkiyê bi xwe hezaran sûc kirine. Mirov dane girtin, kuştin, destdanîne ser mal û warê wan û mişext kirine. Mirov di bin jêr zemînan de şewitandine. Tirbên wan rûxandine, bombebaran kirine. Dayîk li kolanan bi hedef qetilkirine. Zarok di bin tekerên polîsan de hêştine. Bi hezaran sed hezaran çete, ixwanî xwedî kirine, bi çek kirine û bi destên wan êrîş birine ser bajarên Suriyê û Suriye talankirine.
Bê guman kirinên wan yên sûc tenê ev nînin. Gelek zêde ne. Tenê di 15’ê Tîrmehê de çi kirine ji bo ku werin darizandin bese. Ji ber ku herkesî di ekranan de dîtiye ku hevalên Erdoxan û Erdoxan çi kirine û çi nekirine.
Em dirêj nakin û dibêjin, erîşên Erdoxan û hevalbendên wi yên li ser Rojava û Bakurê Sûriyê ne ji pir xurtbûna wan e. Na, ji ber ku ditirsin êrîş dikin. Encex bi êrîşan dikarin hêzên netewperest û olperest mobîlîze bikin û wek gayê Spanî daxin kolanan. Encex bi erîşên sexte dikarin dizî û talanên xwe veşêrin. Encex bi êrîşan dikarin li ser piyan bimînin.
Lê em bizanin ku feydeya tirsê ji ecel re nîne. Wexta ku dem hatibe yê ku biçe wê biçe, yê ku bimîne jî wê bimîne. Êdi dem hatiye ku Erdoxan û rejîma xwe ya xwinxar û diz biçe. Ger tekoşînek bi vînek mezin li hember êrîşên derveyi mirovî û hovane were raber kirin, êdi ne tu kes ne jî tu tişt dikare Erdoxan û hevalbendên wi yên diz xelasbike.
Bi gotinên hê zelaltir, ger li Rojava û Bakûre Suriyê g Kurd, Ereb, Tirkmen, Sûryani-Keldani-Asûri û her wiha Çerkez, Ermen li hember faşizma Erdoxan berxwedanek bêhempa nîşan bidin, çûyina Erdoxan û şirîkên wi teqez e.
Ji ber ku Erdoxan vê rastiyê dizane ewqasi dîn û har bûye. Sedema ewqas êrîşên mezin li ser Rojava û Bakûre Sûriyê ev e.
A girîng ew e ku, gelê Rojava û Bakûre Suriyê nîşan bidin ku dikarin ji bo azadi û rûmeta xwe her tiştên xwe feda bikin. Roja ku ev vîn were raber kirin, roja din Erdoxan wê bibe Ruh-ul Qudûs.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.