Rojnameya Ronahî

Zilma zalimên weke Erdogan wê bi berxwedanê têk biçe

Zekî BEDRAN

Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Sûriyê zêde kir. Berjewendîparêziya Rûsyayê ya ku îflah nabe bi pêşkêşkirina Efrînê ji Tirkiyê re Sûriye ji êrîşan re vekir. Tirkiye nikare bi serê xwe vê bêperwatiyê bike. Rûsyayê qada hewayî vekir. Niha jî bi dewleta Tirkre hevpariyê didomîne. Li şûna ku qada hewayî bigire xwe dispêre hevrikiya bi DYE’yê re Tirkan ji bo êrîşan teşwîq dike. Qaşo li Îdlibê ketibûn nava fikarên mirovî. Êdî dema çareseriya siyasî hatibû. Lê Tirkiyê bi awayekî eşkere gef li Bakurê Sûriyê xwar. Her roj dibêje ku wê êrîş bike. Rûsya qet li ber vê yekê ranabe. Nabêje, “ka agirbesta mayînde û çareseriya siyasî.”
Heman hevnegirtin ji bo welatên Ewrûpayê jî derbasdar e. Merkel û Macron li Stenbolê li rex Erdogan rûniştin. Ew jî nabêjin ev êrişkarî ji bo çiye. Qaşo çareseriya siyasî dixwestin û digotin, bila şer bi dawî bibe. Ji ber Erdogan vê rewşa wan ya berjewendîperest û hevnegirtî dizane êrîşên li dijî sînorên Sûriyê destpê kir. Bi van êrîşan bertekên wan dipîve û helwesta wan diceribîne. Lê weke ku tê dîtin ji Rûsya û Ewropa deng dernayê. Erdogan jî ji vê yekê cesaret girt û planên xwe yên şer xiste meriyetê. Piştî êrîşên li ser Kobanê gotubû, wan dest bi operasyonan kirine û ew ê vê dorfireh bikin. Niha jî bermahiyên çeteyan ji Îdlib û Efrînê dibe ser sînorê Bakurê Sûriyê. Li şûna leşkerên xwe ew ê van çeteyan bajon pêş. Tirkiyê di şerê taybet û qirêj de tecrube bi dest xistiye. Ew ê hem li şûna leşkerên xwe van çeteyan bajo mirinê û hem jî wê ji cîhanê re propagandayê bike û bêje hêzên Sûriyê ji bo vegerin welatê xwe şer dikin û bi vî rengî hinek be jî wê hewl bide li ser dagirkerî û dijmintiya xwe ya li Kurdan bigre.
Erdogan serî li ber DYE’yê jî radike. Lewma Îran û Rûsya jixwe dijmintiyê li DYE’yê dikin. Xwe dispêre van hêzan, hewl dide Emerîkayê bêzar bike û gav paşde pê bide avêtin. Erdogan xwest xwe bi cem Emerîka lê Emerîka têkiliyên xwe bi Kurdan re qut nekir. Ji ber vê niha hewl dide krîzê kûr bike û Emerîkayê li hêrêmê tengav bike. Li hember vê yekê helwesta Emerîkayê zêde zelal nîne û berteka wan jî gelek qels e. Emerîka li hinek noqteyên li ser sînor bi hêzên QSD’ê re dewriyeyên hevpar dike. Lê ev bertek têrê nake ku gav bi Tirkiyê paşde bide avêtin. Erdogan ji ber helwesta Rûsyayê êdî bû hevparê Sûriyê. Hem hêzên wan yên dagirkirinê hene û hem jî piştevaniyê ji deh hezaran hêzên çekdar yên ku şer dikin re, dike. Ew di bin sîwanê xwe de komkiriye û li wan xwedî derdikeve. Piştgiriya çek û lojîstîkê dide. Di qada navnetewî de wan diparêze û nûneriya wan dike. Van hêzan wê îro li dijî Kurdan û Gelên Bakurê Sûriyê bikarbînin. Sibê jî wê li dijî rêjîmê û hêzên din yên ku naxwazin bikarbînin. Ya herî hêsan jî ew e ku li dijî Rûsyayê bikarbînin. Lewra dema ji van hêzan û yên di bin bandora wan de ne were gotin, Rûs kafirin û bila ji Sûriyê derkevin, wê Rûsya çi bike? Rêjîm ewqas xwedî hêz nîne ku Rûsyayê biparêze. Rûsya qaşo dixwaze Erdogan li dijî DYE û NATO’yê bikarbîne. Dijmintiya Tirkiyê ya li Kurdan jî bikartîne û hewl dide jê sûdê destbixe. Di dem kurtî de dibe ku hinek avantajan bidest bixe lê dem dirêjî ew ê Rûsya berdêlên giran bide. Tirkiye wê di dawiyê de rêyên xwe ji NATO û DYE’yê bi temamî veneqetîne. Heman tişt ji bo Îranê jî derbasdare. Îran jî bi sorkirina dijmintiya li Kurdan dikare Tirkiyê çiqasî li dijî DYE’yê bikarbîne? Bi van taktîkên demkî û bê feyde pirsgirêka Sûriyê çareser nabe. Wê hê zêde bibe sedema mirinan, bêbaweriya di navbera gelan û çavkaniyan tune bike.
Divê rêveberiya Esed pişta xwe bi van lîstikên qirêj ve girê nede. Yek ji dewletên sereke ku Sûriye xistin nava gerîneka xwînê Tirkiye bû. Hê jî dest ji dagirkerî, dijmintî û wêrankirinê bernedaye. Divê Esed bikeve nava lêgerînê ku Sûriyê ji van lîstikên bi xwînî rizgar bike. Divê bi Hêzên Bakurê Sûriyê re ku nûneriya beşek esasî ya welat dikin, li ser bingeheke demokratîk rêya çareseriyê û yekîtiyê bigere. Ger ev yek bê biserxistin wê zêde derfetên destwerdana hêzên derve nemîne. Wê qada Tirkiyê û çeteyên wî jî teng bibe. Sûrîye wê nefesê bistîne û bi dawî anîn dagirkeriyê wê hêsan bibe.
Ji bo Bakurê Sûriyê tevlihev bikin û bingeha dagirkirinê ava bikin di serî de Tirkiye hinek hêzan lez dane xebatên xwe. Berî çend rojan li Reqayê serokê eşîrekê hat qetilkirin. Ji bo sabotajan û sûîqastan ji mêj de ferman hatibû dayîn. Gel û rêveberî neçar in hê zêde hesas û bi baldar bin. Tê xwestin ku rêveberî bê qelskirin û rewşa ewlehî û bi îstîkrar bê xera kirin. Divê gelên Sûriyê bibin yek, di eksena berxwedanê de axa xwe û destketiyên xwe biparêzin. Rewş cidî ye û nikare bê îhmal kirin. Tirkiye wê hewl bide êrîş bike û dagirkeriyê berfireh bike. Yekemîn sekna ku dagirkeran rawestîne welatparêzî û berxwedane. Divê berxwedan di her alî de were bi rêxistinkirin.