Rojnameya Ronahî

‘Sara’ wê her bijî

Avesta AMARGÎ

Ez di şexsê Saraya bi çûk de, tevahî zarokên Kurdistanê, yên ku bûn qurbanê şerê dagirkerên li ser Kurdistanê û jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bîrtînim û bejna xwe ditewînim. Ez li hemberî ew dilê wan yê dilpak, zêrîn, hezarî carî minetdariya xwe tînim ziman. Belê, me îro di rûpela dilê xwe de navê saraya biçûk nivîsand. Gelê Bakûrê Sûriyê, bedana saraya biçûk spartin dilê xwe, sond xwarin û bi yek dengî gotin; emê tola sarayan, bi misogerkirina jiyana azad ya ji bo pêşeroja zarokan hilînin.
Li Tirkiyê di dema Erdogan hatiye ser hikim û şûnde bi hezaran zarok li Kurdistanê, hatin qetil kirin. Di serî de li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava Erdogan bûye qatîlê zarokên Kurdistanê. Saraya biçûk yek ji wan qurbaniyan e. Hedef girtina zarokan ne tiştekî rast hatine, êrîşeke pir bi taybete. Erdogan, ji bo desthilatdariya xwe ji dest nede, her tiştî dike. Li hemberî hebûna Kurdên azad çavên xwe sor kiriye û her çar perçeyên Kurdistanê kiriye hedefa xwe. Hêj birîna Efrînê, di dilê tevahî Kurdan de gerime û wê qet neyê ji bîrkirin. Serdestê ku li Efrîn, Amed, binarên Qendîl û Girê Spî zarokan qetil dike xwediyê heman hişmendiyê ye. Hêzên serdest dema civakekê hedef digirin hêza sereke ya ji bo xwe dike hedef zarok û jinin. Gelê Kurd, tevî ku her carê bi berxwedanê dersek daye dewleta Tirk jî lê, her tim li Kurdistanê, êrîş kiriye û bi vê bawer kiriye wê bi qetilkirina zarokan encama dixweze bigire. Gelê Kurd, gelekî ji mirina xwe, xwe ji nûve diafirînê ye. Di nava netewekî de dema mirin bê mirin dibe û xwe bi wate bike ti êrîşa fîzîkî nikare wê heqîqetê ji holê rabike. Gelê Girê Spî, di dilên xwe de bi sonda afirandina bi hezaran sarayan dan êrişên dewleta Tirk yên hovane. Heqîqeta Sara, di felsefeya jiyana bê mirinî de hate neqişandin.
Dewleta Tirk, bi êrişên xweyî li ser şoreşa Rojava re ti ferqê nahêle di navbera xwe û çeteyên DAIŞ’ê de. Di demeke ku şervanên parastina Rojava dest bi pêngava şerê qedandina terorê kirine, êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava ne tiştekî rast hatiye. Dewleta Tirk pir vekirî dibêje; min bi çeteyan xwest ez vê pêla Kurdê azad bifetisînim lê wan nekarî em neçarim bi xwe bikevim dewrê. Êrişa niha li Girê Spî, Kobanê û hwd têne li darxistin para vê hişmendiya dewleta tirke. Saraya bi çûk bû qurbanê vê hişmendiya faşîst û nijedperest.
Ya ku em esas lê vegerin û pirs bikin ev pirse. Gelo, li hemberî van kiryarên hovane yên dewleta Tirk, li ser şoreşa gelên Bakûrê Sûriyê pêk tîne dengê azadîxwazan çiqas bilinde.? Di gelek deman de kiryarên dij mirovî yên dewleta Tirk, li ser gelê Kurd pêk hatine lê, her tim cîhan bê deng ma ye. Ev bê dengî ji bo Tirkan her tim bûye hêviyek ji bo pêkanîna êrîşan. Her kurdek pêwîste ji xwe vê pirsê bike; Gelo, çima dema mijar dibe kurd û Kurdistan cîhan, Rola 3 maymonan dileyîze.