Rojnameya Ronahî

Alîkarî li kampa Ebû Xeşeb hat belavkirin

Li kampa koçberan a Ebû Xeşeb a li Dêrazorê bi hezaran koçberên ku ji ber şer reviyane dimînin. Koçber di bin şertên zehmet de dijîn. Bi hatina zivistanê re Komseriya Netewên Yekbûyî bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 500 çadir li koçberên kampa belav kir.

Bi hatina zivistanê re Komseriya Netewên Yekbûyî bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 500 çadir li koçberên kampa Ebû Xeşeb a gundewarên rojavayê Dêrazorê belav kir.
Piştî barana dijwar ku di hefteya derbasbûyê de li herêmê barî û di encama wê de gelek çadirên kampa Ebû Xeşeb xira bûn. Meclisa Sivîl a Dêrazorê û komîteyên wê bi rêxistinên karûbarên koçberan re ketin nava têkiliyan da ku çadiran ji kampê re peyde bikin.
Komseriya NY`yê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li şûna çadirên kevin û yên ji ber baranê rizyane çadirên nû li koçberan belav kirin.
Her wiha ji ber barana zêde zimhêr xira bûn koçberên li kampê bê xwarin û av man. Ji ber vê jî zehmetiyên koçberan zêde bûn. Gelek kesên nexweş jî ji ber zehmetiya di çûn û hatinê de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin.
Piştî van zehmetî û pêwistiyan Meclisa Sivîl a Dêrazorê bang li rêxistinan kir ku alîkariya wan bikin. Li ser vê banga meclîsê Komseriya NY`yê 500 çadirên nû, pêwîstiyên xwarinê, li koçberan belav kir…ANHA