Rojnameya Ronahî

Armanc ji kuştina El-Hiwêdî derxistina fitnê ye

Şêx û rûspiyên her du eşîrên El-Sebxa û El-Bosbêh ên Reqayê li Navenda Têkliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk di derbarê kuştina şêxê eşîra El-Efadlê Beşîr Feysel El-Hiwêdî de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca kuştina El Hiwêdî li herêmê derxistina fitne û tevliheviyê ye.

Eşîrên El-Sebxa û El-Bosbêh ên Reqayê derbarê kuştina şêxê eşîra El-Efadlê Beşîr Feysel El-Hiwêdî de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku daxuyaniyên hin aliyan ku dijberiya gelê herêmê dikin  hatine dayîn nûnertiya welatiyên herêmê nakin û dûrî nirx û exlaqa eşîrtî ne.

Şêx û rûspiyên her du eşîrên El-Sebxa û El-Bosbêh ên Reqayê li Navenda Têkliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kom bûn û derbarê kuştina şêxê eşîra El-Efadlê Beşîr Feysel El-Hiwêdî de daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed Turkî El-Sûan ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şêxê eşîra El-Efadlê Beşîr Feysel El-Hiwêdî re hate xwestin û ev sûcdariya li dijî wî bi tundî hate şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanc ji van kiryarên bi vî rengî ew e ku aramî û ewlehiya li Reqayê têk bibin ku bi saya fedekariya şervanên QSD’ê û ciwanên Reqayê hatiye avakirin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke welatiyên her du eşîrên Reqayê l-Sebxa û El-Bosbêh em dibînin ku ev helwestên li ser malperên civakî tên weşandin ên ji aliyê hin kesên ku dixwazin tevliheviyan di navbera welatiyên herêm de derbixînin, ti carî nûnertiya welatiyên herêm nakin û ti girêdana wan bi exlaqên eşîrtî re tune ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de careke din sersaxî ji malbata şêxê eşîra El-Efadlê Beşîr Feysel El-Hiwêdî re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan di avakirina Sûriyeke demokratîk de hate dubarekirin.