Rojnameya Ronahî

Civaka Îslamî ya Kurdistanê azadiya Ocalan xwest

Civaka Îslamî ya Kurdistanê li Elmanyayê kongreya xwe pêk anî û ji kapîtalîzmê heta pirsgirêkên jinan û ekolojiyê gelek biryarên balkêş girt. CÎK’ê Îslamiyeta ku Siûdî, Îran, Tirkiye û DAÎŞ ferz dikin, red kir.
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ku sala 1993’an li çiyayên Kurdistanê ji aliyê seydayên Kurd ve hate avakirin, navê xwe guherand û kir Civaka Îslamî ya Kurdistanê. Kongreya herî dawî ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê di navbera 2-4’ê Mijdarê de pêk hat.
Di kongreyê de bûyer û guhertinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hatin nirxandin û ev tespît hate kirin: “Li ser mîrateya berê, li gorî şert û mercên nû em neçar in hem bi rengekî dînî hem jî neteweyî vê pêvajoya dîrokî pêşwazî bikin.”
Di kongreyê de ji bo azadiya gelê Kurdistanê, ji bo pêşîgirtina li rejîmên zalim û zordar soza têkoşînê hate dayin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê, pîvanên gerdûnî, mafên mirovan, demokrasî û azadî weke ‘cewhera’ Îslamê û olên din pênase kir û diyar kir ku wê van nirxan derxînin pêş. Ji azadiya civakî heta mijarên ekolojî, azadiya jinê û têkoşîna li dijî kapîtalîzmê gelek tespît hatin kirin.
Di kongreyê de ji bo serdema ji pêxemberê Îslamê Mûhhamed heta wefata Xelîfe Elî, weke “Pêvajoyeke ku Îslama demokratîk, azadîparêz, wekhev, edaleta civakî, ekolojîst û exlaqî lê serdest bû” hate pênasekirin. Pêvajoya ku bi Emewiyan re dest pê kir weke dema feraseta kolekirin, cariyekirin, zayendîperestî, cihêkirina çînî, kabîletî, nîjadperestî û desthilatdarparêzî hate binavkirin û hate gotin, ev xet niha bi feraseta DAÎŞ û AKP’ê dewam dike.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê diyar kir, ev rê û rêbazên bi navê ol hatin bikaranîn, ji bilî rijandina xwînê, rondikên çavan û hilweşînê tiştek ji bo erdnîgariya Misilmanan neaniye.
PEYMANA MEDÎNE
Di kongreyê de hate ragihandin ku li dijî vê ferasetê ew Peymana Medîne esas digirin û li dijî tekperestiyê ew pirrengiyê dixwazin. Hate gotin, Peymana Medîne weke tecrûbeya jiyana bi hev re, modeleke di ser serdemê re ye.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê diyar kir, bi esasgirtina vê peymanê re divê pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên civakî werin çareserkirin û ji bo aştiyê bang kir.
Di kongreyê de, kes û hêzên bi navê Îslamê mirovên sivîl û bê guneh dikujin, weke dijber û dijminê Îslamê hatin binavkirin û ev feraset û helwesta wan bi tundî hate şermezarkirin.
Civakê destnîşan kir ku li gorî feraseta wan, bawerî û olên cuda divê karibin bi rengekî azad bijîn.
Di encamnameyê de hate gotin, “Civaka Îslamî ya Kurdistanê serjêkirina mirovan, birîna daran, talankirina xweza û dîrokê, hilweşandina îbadetxaneyan û kabrîstanê ku bi navê Îslamê tên kirin, red dike.”
MAFÊN JINAN
Wekî din hate gotin, Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi her awayî nîjadperestî û asîmîlasyonê re dike û li ber otoasîmîlasyonê radibe. Di kongreyê de hate diyarikrin, ew perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî diparêzin û di mijar mafên jinan de jî nirxandinên girîng hatin kirin.
Di encamnayê de hate gotin, “Mixabin li nava alema Îslamê tê dîtin ku şîdeta li jinê tê kirin gelekî giran e: mafên jinan ji aliyê zîhniyeta mêr, serdest û desthilatdarîparêz ve tên binpêkirin. Civaka Îslamî ya Kurdistanê j ialiyê maf, wezîfe û berpirsyariyê ve jin û mêran weke parçeyên wekhev ên heman hevgirtinê ne, têkoşîna jinê jî weke qada herî girîng a têkoşînê dibîne.”
HEVSENGIYA EKOLOJÎK
Di kongreyê de hate destnîşankirin ku Civaka Îslamî ya Kurdistanê “hevsengiya ekolojîk” girîng dibîne û diparêze. Di vê mijarê de jî Peymana Medîneyê referans dibîne.
DAXWAZA AZADIYA OCALAN HATE KIRIN
Civaka Îslamî ya Kurdistanê her wiha tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî kir.
Alêm Kurd herî dawî bang li seyda, şêx û seyîdên li Kurdistanê kir ku xwe nêzî Erdogan ê zalim nekin, lê xwedî li gelê Kurd ê mezlûm derkevin.