Rojnameya Ronahî

Jınên Qamişlo Kilasîkoya Herêma Cizîrê sitandin

Ferîşte NEZÎR

Dîsa dewreya dawî bû pahra Yaneya Jinên Qamişlo û Ehlî Amûda. JI bo wê jî çavê yaneya Jinên Qamişlo li lîgeya nû ye, heycan û piştgirtiya cameweran dakete stadyomê, lê Jinên Ehlî Amûdê jî piştî ku kupeya Super girti bûn; ew jî bi wê hêrsa daketin stadyomê da ku Kupeyek din bistînin. Ku ev fîstîvala maçeya futbola jinan a kupeya Yaneya Herêma Cizîrê li ser stadyoma Ş.Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo hate li darxistin.
JİNÊN QAMİŞLO Bİ KED SER KETİN
Jinên Yaneya Qamişlo di destpêka lîstikê de bi zext û hêz li himberî Jinên Ehlî Amûdê lîstin û baski li qalêciya wan kir, ku di encamê de lîstikavana Qamişlo ya bi navê Firyal Ehmed di demjimêra 15 ji werza yekemîn de golek li qaleya jinên Ehlî Amûdê anî; wiha bi golek bêyî bersiv dayîn werza yekemîn bi dawî bû. Di werza duyemîn a maça Kilsîko de, jinên Ehlî Amdî jî hewldan dan ku bersiv dibin û zextê ser lîstikvan û qeleya Jinên Qamişlo bikin, lê her lîstikvanê Qamişlo di milê parastinê de xurt bûn û maçe beyî ku Jinên Ehlî Amûdê beresiv bide bi dawî bû. Di encama vê heycan û lîstikê de Yaneya jinên Qamişlo bi goleke bêyî bersiv bi serket û Kupeya Yaneya Herêma Cizîrê ya Futbola jinan wergirt.
YANEYA QENDÎL XELATA HÊZDAYÎN GİRT
Di dawiya maçê de bi armanca hêzdayîn û bi boneya ku Jinên Yaneya Qendîl ev yekemîn car tevlî şampiyona fermî ya Herêma Cizîrê dibin, her wiha yekemîn yaneya jinê desturname girtiye ji hêla Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê ve hatin xelat kirin. Piştre Kupeya şampiyonê radestî Jinên Qamişlo hate kirin, wiha kêliyên kêf û şehnaziyê belva dibûn.
Hêjayî bi bîrxistinê ku ev şampiyona ye di 26’ê Cotmehê de bi beşdarbûna 5 yaneyan wekî Jinên Qamişlo, Ehlî Amûdê, Serê Kaniyê, Biratî û Qendîl destpêkiri bû, ku heya niha yaneya Cûdî tenî di vê şampiyonê de hazir nebû. Yeneya Qamişlo Kupeya Ragihandina Rêveberiya Xweser, kupeya dewrî ya jinan a sala 2017’an û şampiyona çalakirinê ya sala 2018’an jî wer girtiye. Lê jinên Ehlî Amûdê Kupeya super wergirtiye û di dema niha de amdekariyên xwe yê derbsabûna qonaxa çûyîna ya dewreya 2018’an de dikin.