Rojnameya Ronahî

Bi hatina zivistanê tevger li sûka Minbicê zêde ye

Bi hatina zivistanê û destpêkirina sermayê re li sûkên bajarên Bakurê Sûriyê liv û tevger zêde buye. Welatiyên Minbicê jî ji bo cilên zivistanê û sobeyan bikirrin berê xwe didin sûka bajêr. Welatiyan diyar kirin ku li gor salên berê îsal alav zêde ne û bihayê wan jî erzan e.

Bi hatina zivistanê re bazarên bajarê Minbicê bi sobe û cilên zivistanê hatine dagirtin, di heman demê de tevgera welatiyan ji bo kirîna pêdiviyên demsala zivistanê zêde bûye.
Bi hatina demsala zivistanê re, welatiyên Minbicê amadekariya xwe ya pêşwazîkirina zivistanê dikin û pêdiviyên zivistanê dikirrin.
Li bajarê Minbicê gelek dikanên cilên zivistanê qumaşên rîs, betanî û cilên zivistanê difroşin. Her wiha li dikanan sobeyên cuda yên gaz û mazotê jî tên firotin.
Yek ji xwediyê dikanên firotina alavên germkirinê Hesen El-Ehmed wiha dibêje: “Me pêdiviyên yekem ji alavên germkirinê anîne û li gorî sala berê, îsal alav zêde ne.”
El-Ehmed wiha got, “Bi hatina zivistanê re daxwaza şêniyan ji bo alavên germkirinê zêde bibe, tabyet piştî ku baran barî ye.”
Gelek cureyên alavên germkirinê li sûkan tê firotin û li nirxê her cureyekê li gorî wê tê dayîn, îsal buhayê sobeyan di navbera 10 hezaran heta 40 hezaran lîreyê Sûriyê ye.
Derbarê mijarê de, xwediyê dikana firotina alavên germkirinê yên elktirîkê Cemîl El-Hîlal wiha got: “Hewa guherî û em ketin demsala zivistanê, welatî jî alavên germkirinê yên elktirîkê û yên mazotê dikirrin.”
Komîteya Sotemeniyê li bajarê Minbicê 51 hezar û 443 lître mazot li welatiyan belav kir û belavkirina mazotê heta niha dewam dike.
Welatiyê bi navê Ehmed Şeban jî axivî û diyar kir ku piştî barîna baranê wanmazot kirrî û wiha got: “Hemû pêdiviyên zivistanê li sûka Minbicê hene, çi ji cilên rîs û çi ji alavên germkirinê.”…ANHA