Rojnameya Ronahî

Tirkiye bi hêza civîna Stenbolê êrîşî Rojava dike

HDK’ê encamnameya Civîna Meclîsa Giştî bi raya gişti re parve kir. HDK’ê di encamnameyê de diyar kir ku Tirkiye bi hêza ji civîna çar alî girtiye êrîşî Rojava dike. HDK’ê bertek nîşanî erîşan da û got: “AKP îdia dike ku bi armanca rizgarkirina sivîlan Idlib dagir kiriye û li aliye din bi hêza ji civînê girtiye êrişî Rojava dike.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), encamnameya Civîna Meclîsa Giştî ya 6’emin a Serdema 8’emîn ku di 5’ê mehê de pêk anî bi raya giştî re parve kir. HDK’ê di civînê de bal kişand ser zextên li ser HDP’ê û kesên muxalif û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Encamnameya HDK’ê wiha ye:
“* Meclîsa Giştî ya HDK’ê di 4’ê mijdarê salvegera darbeya siyasî de kom bû. AKP’ê pêvajoya hevdîtinan a rê li pêş aştiyê veke, bi dawi kir û bi tunehesibandina Mutabakata Dolmabahçe dîsa rê li pêş pêvajoya şer vekiriye. Piştî AKP’ê ev darbe dest pê kir, Hevserokên HDP’ê, wekil, hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP’ê jî di navde bi hezaran endam û rêveberên HDP û DBP’ê dîl hatin girtin. Ev serdem bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji bo serdema aştiyê pêvajoya diyalog û muzakereyan dabû destpêkirin, dest pê kir. Piştî tecrîdê hewldana 15’ê Tîrmehê pêş xistin û bi darbeya 4’ê mijdarê berdewam kirin. Bi vê yekê polîtikayên tundî û şer xistin meriyetê û berdewam kirin. HDK, dê li dijî van hemû polîtikayên tundiyê têkoşîna xwe bilind bike.
LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TUNDIYÊ TÊKOŞÎN
* Îktîdara AKP’ê mafê heyî yê jinan tev ji destê wan girtiye. Dixwazin rê li pêş rêxistinbûna jinan bigirin. Ev polîtîkayên tirpankirina mafê jinê didome. Zêdeyî 60 aktivîstên TJA hatin binçavkirin û bi dehan hatin girtin. Ev li dijî têkoşîna wekhev û azadiyê ya jinan êrîşek e. Dîsa nefeqeya jinên ku hevjînên xwe berdan bi 5 salan bi sînor dike û dixwazin dîsa jinan muhtacî mêr bikin. Navenda me ya Jinan dê di 25’ê mijdarê de li dijî tundiyê têbikoşe. Dê li dijî tundiyê têkoşînê bilind bike.
BERXWEDANA KOBANÊ BÛ SEMBOL
* Meclisa me ya Giştî bal kişand ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û diyar kir ku Kobanê bûye sembol û nirxên neteweyî ava kiriye.
ROJAVA NE GEF E
* Meclîsa me ya Giştî diyar kir ku Tirkiye bi hêza ji zîrveya çar alî girtiye êrîşî Rojava dike. HDK’ê bertek nîşanî erîşan da û got: “AKP îdia dike ku bi armanca rizgarkirina sivîlan Idlib dagir kiriye û li aliye din bi hêza ji civînê girtiye êrişî Rojava dike.”