Rojnameya Ronahî

Pêwîste Kongreya Netewî bê lidarxistin

Nîqaş û nirxandinên li ser pêwîstiya lidarxistina kongreya netewî ya kurd berdewam dikin. Endamê rêveberiya YNK’ê Aras Abdula û Parlamenterê Tevgera Goran diyar kirin ku pêwîste kongreya netewî were lidarxistin û dan zanîn ku ev mijar gelek dereng maye û divê stratejiyeke netewî ya hevpar bê danîn.

Endamê rêveberiya YNK’ê Aras Abdula û Parlamenterê Tevgera Goran diyarkirin ku divê kongreya netewî were li dar xistin û stratejiyek netewî a hevbeş were danîn. Herwiha dan zanîn ku ji dagirkirina Efrînê diyar bûye ku dijminê gelê Kurd yekin.

Hewldanên Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) yên ji bo pêkanîna kongreya netewî berdewam dikin. Li ser vê mijarê Endamê rêveberiya YNK’ê Aras Abdula diyar kir ku divê dezgeyek nîştimanî û netewî ji bo gelê Kurd bê ava kirin û wiha axivî: “Divê dezgehek siyasî û rewşenbîrî hebe, ev jî ji bo fikir û helwesta siyasiyên Kurdistanê be. Divê ev dezgeh pêşxistina doza gelê Kurd, taybetmendiyên beşên Kurdistan û dewletan li ber çavan bigre.  Bi vê re hê zêdetir ji bo nasandina pirsgirêka gelê Kurd hewldan bên kirin û piştgirî bê peyda kirin.

Hewldana ji bo komkirina hemû hêz, alî û stratejiyek zelal gelek girînge. Ger hinek alî jî tevlî kongreyê nebin, karek asayiye. Lê divê ne aliyên bi bandor bin, hewldan ji bo vê yekê berdewam dikin. Ez hêvîdarim li hev kirinek ji bo stratejiyek nîştimanî û netewî pêk bê.”

Di dawiyê de Aras Abdula li ser piştgiriya hizba wan ya ji bo pêkanîna kongreya netewî got; “Me di destpêkê de piştgiriya kongreya netewî kiriye û em pêre bûn. Em beşdarî konferas û kongreya KNK’ê jî bûn. Li gorî me pêkanîna vê kongreyê gelek girînge, lê bi mercê ku hizba parçeyekê dest ne avêje kar û barê parçeyên din yên Kurdistanê. Wek mînak em piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin, lê hinek hizb hene dikevin nav kar û barên wê parçeyê de û astengiyan ji bo wê parçeyê çêdike. Ev jî ne karek rewaye.”

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hemeemîn jî li ser heman mijarê axivî û got: “Pêkanîna kongreya netewî pêwîste û gelek direng jî maye. Ji ber ku di mijara dagirkirina Efrîn û hatina çeteyên DAIŞ de, diyar bu ku dijminên Kurd hevbeşin. Ji bo vê pêwîste kongreya netewî pêkbê û stratejiyek netewî û hevbeş bê danîn.

Endamê Tevgera Goran di Konseya Rêveber a KNK’ê de cihê xwe digre, herwiha Tevgera Goran hertim piştgiriya siyasetek nîştimanî û netewî dike. Divê peywendiyên Herêma Kurdistan bi derve re, di berjewendiyên bilind yên gelê me de be.”…ROJNEWS