Burhan ERDEM
Bi vekişîna ji peymana nuklerê ya bi Îranê re, DYAyê hiştibû ku herkes xwe zelal bike. Pêşiyê wan dewletên ku adetî ji Tehranê xwediyê berjewendiyan in, Almanya, Fransa û Brîtanyayê hewl dan ku helwesta Washingtonê nerm bikin. Bazariya wan a bi rêveberiya Trump re bi mehan berdewam kiribû. Dewletên din ên di peymanê de ku vana Rûsya û Çîn bûn, piştgirî dabûn van hewldanan. Lê Amerîkî ji her demê zêdetir bi biryar bûn û digotin na! Wê Îran bihatiba cezakirin û diviyabû bi serekeyî van dewletên han, hemû dewletên bi Îranê re ticaretê dikin, helwesta xwe biguherînin.
Ji vana ya xwediya helwesta herî ji rêzê Tirkiye ye. Helwesta wê li ser du armanca ne. Ya yekemîn li dijî destwerdaneke leşkerî ye. Lewra Îran li hemberî mezinbûna cîhana Ereb li kêleka Tirkiyeyê ye. Siyaseta derve ya Enqerê ji bo Tehranê her gotiye ku ew faktoreke esasî ya îstikrara herêmî ye. Lewra bêyî Îranê cîhana Îslamê dikare bikeve bin bandora Erebîstana Siûdî û dûvikên wê. Ji xwe ji dema Osmaniyan ve ye, li hemberî Ereban bêbaweriyek peyda bûye. Bi pêkhatina komara Tirk re jî, Enqereyê her gotiye divê bi Tahranê xwediya têkeliyên baş be.
Ya duwemîn jî, dageriya Kurdistanê ya vê dewletê ye ku ji hertiştî zêdetir, Tirkiyeyê muhtacî danûstendinên baş ên bi cîrana xwe re dike. Ev yek jî xwediya rabirdûyeke sedsalan e, ji bav û kalên wan mîras maye. Ji bo rêveberiya Erdogan a îroj jî tişta heyatî ev e. Di nava van dewletan de mekanîzmeyeke hatiye çêkirin ku weke şêwra ewlekariyê nav lê hatiye kirin. Ji dema şerê yekemîn ê kendavê ve ye, ev mekanîzma ji bo rêlibergirtina Kurdistaneke azad dixebite. Gelekî jî tê zanîn bi Sûriyeyê ve jî girêdayî xwediyên siyasetên cuda ne, lê dîsa gelekî eşkere ye ku ji bo rêlibergirtina xweseriya Rojava, herdu dewletan hêza xwe kirine yek.
Hikumeta Tirk baş dizane ku ewê Îran bi giranbûna ambargoyê re derbeke mezin bixwe. Ji bo zirara vê yekê kêm bike jî, di nava hewldanan de ye. Liberxwedana Enqerê ya demên dawî ya li heberî DYAyê, ji ber vê ye. Ya li pêş çavan ew e ku, Erdogan baş dizane ne tenê şirîka xwe ya li Sûrî ya ji bo astengkirina dekeftineke Kurdan dihewîne, ew herwiha rêveberiya Îranê li hemberî serîrakirina Rojhilatê Kurdistanê jî diparêze.
Ew tirsa ku bi dehan salan e, Komara Tirk dijî, gelekî xuya ye ku dibe rastî. Wê her digot, bêîstikrariya Iraq, Sûrî û Îranê bela serê wê ye. Gotina wê ya her di dev û guhan de, ew bû ku divê yekitiya axa van welatan xirab nebe. Lê çiqwasî êriş bike jî ev tirsa wan dikeve jiyana wan. Niha ew amade ne hertiştê xwe li ser bikin. Ji bo parastina Îranê çi ji destê wan were wê bikin.Wan ji bîrnekiriye ku piştî pêkhatina rêveberiyên kurdan ên li Iraq û Sûrî, wê dor were ser wan jî. Piştî Başûr û Rojava, Rêveberiyên Kurdan ên li Rojhilat û Bakur jî wê bibe rastiya jiyana wan.