Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ronakbîrên Kurd û hebûna wan li Ewropa

05/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Werger û Wergervanî -3-
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

Tê zanîn ku li Ewropa bi sedhezaran Kurdistanî hene. Di nav wan de jî bi sedan ronakbîr hene. Li Kurdistan jî têkoşîneke man û nemanê tê kirin. Divê civak û ronakbîr xwedî helwest bin û vê peywîrê paşguh nekin.
Di nava civakên temamiya dinyayê de xuya ye dema ku her du alî kar û peywîra xwe dikin û bi cî tînin serfiraziya pirralî mimkin e. Dema ev her du alî karê xwe dikin siyaset û hêza leşkerî jî hê rehettir qighin qonaxa hedef.
Di vê nivîsê de ezê li ser erk û rola roankbîrên me Kurdistaniyan li Ewropa bêjim.
Ev bû heştê sal ku ronakbîrên Kurdistanî li Ewropa peyda bûne. Di destpêkê de kêmbûn. Lê paş salên 1980 hejmar bilind dibe. Û di van salên dawî de hejmara ronakbîrên Kurdistanî pirr mezin e. Lê dihember vê zêdebûna ronakbîran de xebat û encamê vê xebatê zeîf e.
Çi sedem hene ku ronakbîr di meydanê de weha bêdeng xuya ne? Çima sersariyek peyda bûye û bêdengiyek hakimê rojê ye? Pêdivî heye ku meriv li bersivên vê pirsê ji dervayê xwe bigere? Yan pirsgirêk di kesayetiya ronakbîriya Kurdistanî de li ewropa heye?
Dem dem deng ji ronabîrên Kurdistanî der diket. Li seranserî welatên Ewropa kêm yan têr xebat dihat kirin û civaka me pêkêfxweş dibû. His dikir ku dengê wan di nava civaka Ewropî de di qada reonakbîriye de heye. Pê dihesiyan ku rayedarên Ewropî hesabê hebûna wan dikin.
Yek ji wan mînakan ew e ku di Tebaxa 2006 de bi dehan ronakbîrên Kurdistanî, nivîskar, hunermend û berpirsiyarên saziyan li hev gihan hev û bangeke hevbeş belav kirin.
Bê goman ev ne banga yekemîn bû ne jî ya dawîn bû. Lê ew bang bi çend zimanan hat belavkirin û bala rayedarên Ewropî kişand. Ji ber rayedarên Ewropiyan dît ku di qada ronakbîriyê de rexne û nerazîbûnek li hember tewra wan di hember pirsgirêka Kurdî heye.
Bi navê Kolektîva Ronakbîrên Kurd li Ewropa daxuyaniyek hevbeşî li ser helwesta li hemberê siyasetmedarên Kurd û polîtîka dewletên Ewropî di derbarê pirsgirêka Kurdistanê de rexnê xwe dan zanîn. Ji ber sedema xebata siyasetmedarên Kurdistanî li Ewropa dihat astengkirin, dihatin girtin û bi vî awayî dibûn şirîkê siyaseta dewletên dagîrker li Kurdistanê. Wan di daxuyaniya xwe de dan zanîn ku tu bingehekî hiqûqî di vê tevgera wan de nîne. Ew bi taybetî daxwazên dewleta Turkiyê bi cîtînin û ev jî tê wê wateyê ku pê li hiqûqê xwe dikin. Ew hiqûq ku bê navber behsa mafên ramana azad dike. Bang ji tevahiya raya gistî re dihat kirin ku rayedarên wan li gor norm û krîterên navxweyî hereket bikin. Lê tewra rayedarên Ewropî weha ye ku van norm û krîterên li ser esasê tradisyona demokrasiyê hatine pêkanîn di hember Kurdan de jibîr dikin.
Bi daxuyaniyeke di wê demê de pirsgirêka Kurdî çareser bû? Na. Neheqiyên li ser siyasetmedarên Kurdistanî qediyan? Na. Rayedarên Ewropî refên xwe guhertin? Na. Lê bi saya vê daxuyaniyê û sekna ronakbîrên Kurdistanî li hin cî û deman, ronakbîr û siyasetmedarên Ewropî jî dengê xwe bilind kirin. Yek ji wan ciyan jî Bruksel bû. Bi dehan siyasetmedaran li ser vê mijarê pirsên xwe ji hikûmeta Beljîka kir. Bi dehan berpirsiyarên saziyan nerazîbûna xwe bi rêya daxuyaniyan û nameyên taybetî dan zanîn.
Di vê çarçeweyê de peywîrek/daxwazek ji ronakbîrên Kurdistanî heye ku ew bê rawestan û navber tiştê dikeve ser mile wan bikin. Yan na, dîrok ewê wan tewanbar binivîse.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.