Sîpan CAN
Di van rojên dawîn de, dewleta tirk dîsa êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser kir. Hemwextî civînên qaşo ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê li Stenbolê êrîşên xwe birin ser Kobanê û Girê Spî, ji xwe bi vê rojevê kiryarên kirîmînal yên li Efrînê deh qatî zêdetir kir. Di dema ragihandin vê rojeva han dişopand di asteke guncaw de dewleta tirk hêşt ku çi li Idlibê û Efrînê dibe bê nixûmandin.
Dîsa jî, tu hêz û dewletên ku di nava kolîsiyona şerê li dijî DAIŞ ne. Hin ji wan tenê bi daxuyaniyên şermok yên li ser twîteran di derbarê van êrîşan de, ne ku helwest be, nazê xwe bi me kirin. Di encamê de, dîsa sivîl armanc hatin girtin û Saraya biçûk ya ku ji dibistana xwe vedigeriya bû qurban. Sarayê bi dehan zarokên Efrînê anîn bîra me. Kerbûn û lalbûna cîhanê nîşan da. Cîhana ku di yekê Mijdarê de got ev roj ya Kobanê ye; lê tenê gotin ma, cîhan jî bêdeng ma. Yên herî xwe nêz dibînin ji çepgir û sosyalîstan jî nikarîn tiştekî bikin.
Bavê şehîdekî enternesiyonal ku hatibû serdana Rojava digot “ xuyaye qederê kurda ye li dijî teror û faşîzmê şer bikin, qeder û jiyana wan tenê berxwedane” berdewam dike û dibêje “cîhan deyndarê Rojava bû, lê mixabin deynê xwe neda û berxwedaniya Kobanê zû ji bîr kir.
Di serî kurd, êdî faşîzma Tirkiyê her kesê ku di cihê xwe di nava sîstema bakurê Sûriyê de digire di hedefa xwe de tune dike. Ewên ku xwe mîna dostan jî nîşandidin jî, divê vê yekê zanibin. Êrîşa li ser Kobanê êrîşek împertoriya Osmaniyan e. divê ew-qaşo- dostên kurda xwe dihesibînin bizanibin ku hevsarê vî gurê han berdin, piştî belayê bila xwelî li serê xwe nekin.
Piştî Efrînê jî divê em jî bi wê dilî pak û hertim nebêjin ku bila cîhan bilive tev negerin. Mînaka Efrînê gelek ber bi çav e. ji berê ve û heya niha û di pêşerojê de xwe bi derve re amil bikin wê rewşa me ber bi kendalê ve biçe. Tu carî dijmin nabin dost.
Xuyaye, di hin mijarin din de jî me nikarî ji mînaka Efrînê sûdwergirta. Ne daxuyanî, ne meş, û ne helwestên fermî jî û her wiha ne diplomasiyekî balkêş, ne gihan wê asta ku em karibin raya gîştî bandor bikin. tevlîheviyekî mezin di rêxistinkirina van çalakiyan de heye. Amedekarî û hişyarbûna li dijî van êrîşan her tim anî ye. ger hebe heye, lê ger nebe qet ne di bîr de ye ku em di nava agir de dijîn. Gotinên pêşeyan jî wiha dibêjin “ reh dibe bost, dijmin nabe dost”






