Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cemalê Mihê

03/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Narînê/Bîkanê
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Kiras sorê li ser tenûrê
Te qundire reşê bizmar hûrê
Bila Xwidê miradê min û te bike, li ser Birca Belek li Cizîrê
Ev lawika Cemalê Mihê ya yekeme kû wî li ser evîna xwe gotiye. Dema ez dibihîsim yek lawikan dibêje, cihde Cemalê Mihê tê bîra min. Ji ber kû hêj min neditiye kesê himbe wî lawik xweş gotîn. Ewî bi sedan lawik gotine.
Malbata wî koçeriyê dikin. Lê ji ber kû nexweşî di nava wan de derdikeve û dibe neyartî, ew di 1972 an de li Sernex cih dibin. Bavê wî li herêma Botan zirnebêjekî bi nav û denge. Ewî gelik stranên Kurdî bi zirnê gotîne. Di 6-7 saliya Cemal de bavê wî jêre Xeremafonekê dikire. Ew ji guhdariya Mihemed Arif, Hesen Cizîrî, Seîd Axa, Ehmed Axa, Îsa Berwarî, Evdilezîzê Leşker û Eliyê Firamez dike. Ew di serî de herî zêde di bin bandora Mihemed Arif, Hesen Cizîrî û Îsa Berwarî dimîne. Ji ber wê dengbêjiya wî ji di serî de li gor terzê wana ye. Lê paşê ew pitir dimîne di bin bandora Evdilezîzê Leşker de. Hêj Cemal 12 salî wî bi dotmama wî re dizewicînin. Dibêje ‘ez û dotmama xwe bi hevre mezin bûn’. Di 13-14 saliya xwe de ji dest bi dengbêjiyê dike. Di serî de ew stranên şera dibêje. Him stranên şera yên ji dengbêjan girtî dibêje him ji ew bi xwe çend stranên şeran çêdike û dibêje. Dibêje wê demê stranên şera di nava Kurdan de gelik dihatin guhdar kirin û li pêş bûn, ji ber wê min ji ew gotin. Di sala 1973 an de ji bo karwaniyê diçe Zaxo û banda xwe ya yekem li Zaxo, li malekê dadigire. Lê ew xwarziyê şêxanê û xalik yê wî dibihîse kû xwarziyê wî Cemal dengbêjiyê dike. Xalê wî gazî Cemal dike û dibêje ‘kurê min tu çima dengbêjiyê dikî, gunehe’. Ew ji dibêje ‘xalo ez hij dengbêjiyê dikim lewma ez dibêjim’. Xalê wî dimîne pêve û dibêje dive tu êdî dengbêjiyê nekî. Ew ji bere nayê. Xalê wî dibêje nexwe divê tu stranên şera nebêjî. Ew ji dibêje bila û êdî ew stranên şera nabêje. Ji wê rojê û pêde giraniya xwe dide heyranûk, payîzok û pitirê xwe ji lawikan.
Cemalê Mihê dibêje, ‘dema ez çûm leşkeriyê min teyba xwe û banda Sivan Perwer ya yekem ji bi xwe re bir. Li wir ji tebata min nedihat û hingî roj min stran digotin’. Bi Salihê Emerê Cangîr re gelik hevaltiyê û dengbêjiyê dikin. Ew dibêje seydayê min yê stranan mamê Salih bû. Mînak dibêje qaîdê stranên weke Mîranê, Xayîn û hwd Salihê Emerê Cangîr ji eslê wan qulipandine û bi miqamê nû gotine û min ji li gor miqamê mam Salih gotine. Di 1991 ê diç başûr li cem Îsa Berwarî. Lê nabêje ez Cemalê Mihê me. Piştî sihbeta wan diqede Îsa Berwarî dibêje hûn ji kû hatine? Ew ji dibêje em ji Sernex hatine. Dibêje li bextê we hege careke din hûn bên ji min re bandik ya Cemalê Mihê bînin. Lê ew dîsa ji nabêje ez Cemalê Mihê me û dibêje bila û xatirê xwe dixwaze û tê. Cemal di 17-18 saliya xwe de evîndarê keçikekê dibe. Dibêje ew lawikên min gotîn hemî ji eşqê wê de min gotine. Lê keçikê didine yekî din. Cemalê Mihê 61 saliye. Bavê 9 zarokane, 4 kur 5 keç. Ew li Sernex dijî.
Vê Sernexê berê birî/Siha darê li min zivirî/Cemalê Mihê, heta tu ji xerîbiyê hatî xelkê nextê min vebirî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.