Binevş SARYA
Her mirov xwediyê gelek serpêhatiyan e. Gelo ti kes heye ku jiyana wê/wî bi serpêhatiyan ne dagirtî be. Mirovên min li wan guhdarî kirî, bêguman li ciyekî ez rastî serpêhatiyeke wan bûme. Jixwe li welatê me her mirov bixwe romanek e. Li bajarê me rojê deh çîrok û mijarên ku mirov dikare li ser wan pirtûkan binivîse, derdikevin pêşiya me. Rojekê hevalên me ji min re behsa serpêhatiya keça ciwan ya ji gundê Beyandur yê bajarokê Tirbesipiyê kirin. Şîrîna 22 salî jî ti caran xwe teslîmî qederê nekiriye û bi pênûsa xwe berê xwe daye rêyeke rengîn.
Di dinyaya Şîrînê de her tişt xweşik û rengîn e. Jina ciwan ji zikmakî seqet hatiye cîhanê. Milekî wê naxebite. Destê rastê û lingê wê jî bi awayekî tevizî bi pê re digerin. Jina ciwan 6 salan dibistanê dixwîne, lê ji ber ku weke zarokên di temenê xwe de nikare pêş bikeve û derfetên çûna ciyekî cuda jî nîne, neçarî jiyana nava 4 dîwarên malê dibe. Lê ya rast jixwe li herêmên Bakurê Suryê derfetên cuda ji zarokên kêmendam re nehatine dayîn. Xwediya xeyalên rengîn li gorî derfetên xw ji jiyana xwe ya nava 4 dîwaran re çareseriyeke wiha dibîne.
Şîrîn ne dest û lingê wê tenê seqet in, herwiha bi hêsanî nikare bibipeyive jî. Kesên malbatê tenê ji zimanê wê fêm dikin. Dema kesên biyanî dibîne, peyêvên wê yên heyîn jî bi awayekî veşartî ji hişê wê derdikevin, diçin.
Bi nêrîna min, jixwe dema biyaniyan dibîne dihizire ku kesên biyanî nikarin ji gotinên wê fêm bikin. Ji ber wê naxwaze ne xwe, ne jî kesên derdora xwe biwestîne. Dema mirov guhdarî dike baş dizane ka jiyana wê çendî dagirtî dibore.
Jina ciwan gelek caran li gorî derfetên xwe di karê malê de bi dayîka xwe re dibe alîkar. Dema xwe ya din bi çêkirina wêneyan diborîne. Tu çi wêneyî daynî pêşiyê dikare bi heman şêweyî çêke û bedewiya dilê xwe hemûyî li ser rûpela spî dinexişîne. Bi sedan lênûsên Şîrînê hene. Dema mirov li wan dinêre, mirov pê nahese ka dem çawa boriye û tu li kêleka wê rûniştî yî. Di her wêneyî de serpêhatiyek veşartî ye. Di wêneyan de bedewiya dilê zarokan û serpêhatiyên jiyana jinan balê dikişîne. Di gelek wêneyan de berxwedan û serpêhatiyên jinên leheng jî tên dîtin. Ji nava wêneyên wê yê herî zêde bala min kişandî, wêneyê jina narîn û qehreman Avesta Xabûr bû; wisa narîn û ji dil çêkiribû, dema tu lê dinêrî tu dibêjî qey ne wêne ye, xwediya wêne bixwe ye û wê bi te re bipeyive.
Min jî sira vê wêneyî mereq kir û ji jina wênekêş pirsî. Çendî axaftina wê zehmet be jî, hewl da ku mereqa min bibe. Bi awayekî gelek zehmet got min ji Avesta pir hes dikir. Bawer dikim ji ber wê min karî ewqas bedew çêkim. Dema mirov ji nava kurayiya dilê xwe ji tiştekî yan ji kesekî hes bike, morov dikare bi awayekî herî baş bîne ziman.
Wêneyên Şîrînê dibin zimanê wê û bi awayekî pir zelal dikarin cîhana di hundirê wê de raxin ber çavên her kesî. Jixwe dema mirov bixwaze bikeve cîhana wê, divê mirov bi sebreke mezin li sernivîsên wê binêre û dest bi rêwîtiya pê re bike.






