Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serdema şoreşgerî wê bi ser keve

03/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îdlib, Hirmiya ne kemilî
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Di zagon û prensîpên pêşketina gerdûnî ya gelan de merca hilbijartina dema guncaw girîngtirîn şert e. Ger em tevgera bazirganiyê bişopînin, em dê bibînin hinek serkeftî û hinek binkeftî hene. Ew jî xwe dispêre hilbijartina dem û mekan. Diyardeya demê li ser siyasetê jî derbasdar e. Pêşketin tenê girêdayî çiqaran be yan jî di serencama hinek berjewendiyên hevbeş ên hinek koman de pêk were û ti têkîliya xwe bi dem û mekan re nîn be, wê çaxê kitleyekî homojen a di her kêlîiyê de rûbirûyî herifîne ye dixuliqîne. Mînaka dîrokî ya vê potê homojen ku li ser pişta nirxên civakan di encama şirîkatiya çiqarên serdestan de avabûye, dewleta îro ye. Ango iqdîtara muteleq a ku bi navê xwedayan hikumraniya zordar dimeşîne ye. Aloziya ku ev sîstemên han dijîn, çiqas xwe weke mantelîte jî diyar bikin, lê ji ber nehevgirtina sedem û encaman, ji bilî temendirêjkirinê nikarin mayînde bibin û ne jî dibin heqîqet.
Ger em pêşketinên dawî û rewşa dewletên xwedî çiqar bimeyzînin, em ê rewşa alozî û kirîza ku ev sîstem dijîn baş bibînin. Heşt sal in sîstemên li ser hîmên tunebûna gelan avbûne, ji bona ku temenê xwe zêde dirêj bikin di nava hewldanên komkujiyên herî kirêt de ne. Sîtemkarî û wehşiyeta wan naşibe ti serdeman. Him serencam û him danehev in. Em pir dûr nerin û tenê di çarçoveya berxwedana Şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bimînin, em dê lûtkeya vê serencamê bibînin. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa xeta sêyemîn a gelan li dar e, di encamê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hovtirîn alav, amûr û çêkerên sîstemên çiqaran li ber xwe didin û bi ser dikevin. tebaxa 2014an ji bo ku rê li berfirehbûna vê sîstema gelan bigirin di paşperdeya çeteyên DAIŞ de çiqarên van sîstemên destpot hebûn. Di encamê de gelê êzîdî rûbirûyî jînosîdeke ji ya Hîtler derheqê Cihûyan û ji ya Tirkiyê derheqê Ermeniyan de mezintir hiştin. Bi bangeşeyên nirxên derewîn ên azadî, demokrasî û mafê jinê de bi hezaran jinên Kurd li bazarên koletiyê firotin. Dîsa sal 2014 bû berê “Ecûc-Mecûcên” xwe dan Kobanê. Lê li Kobanê rewş cuda bû. Ji ber ku maka Şoreşa gelan e, bi berxwedaniyeke efsanewî ev hewldana sîstemên şirîkên berjewendiyan têk çûn. Rastiya berxwedana ku li Kobanê rûdaye, rûyê heqîqeta wan a zelal derveyî mentelîteya ku pêşan didin ji civaka navneteweyî re eşkere kir. Ji bona wan ev berxwedan derba mirinê bû. Ji ber vê helwesta pêşeng a gelan li Kobanê roja 1 Mijdarê weke roja Kobanê ya Cîhanî destnîşan bû. Piştî wê bi çar salan sîstemên çiqaran ku bazikên wan roj bi roj li ser destê hêzên demokrasiyê tên birîn, bi mudexeleya rasterast dewleta Tirk ajotin Efrînê. Di encamê de li kêleka alavan berdevkên fermî yên van sîsteman di şexê hovîtiya dewleta Tirk de têk çûn. Niha jî bi êrişên li ser Minbic, Kobanê û Girê Spî dixwazin têkçûnên xwe li Efrînê binxumînin û rûyê itîfaqa kirêt a li Idlibê veşêrin. Lê wek ku me li jor gotibû, ji ber ku sîstem in li ser çiqaran mezin bûne, girîngtirîn merca serketinê ya demê ji dest dane. Tekaz çawa ku li Şengal, Kobanê û Efrînê têk çûn, wê muheqeq dema şoreşgerî a Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser keve. Ev jî pêvajoya serpêhateya şoreşa Rojava a gelên Sûriyê vedibêje.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.