Ezîz KOYLUOGLU
Kî dixwaze li ser Kurdan siyasetê bike, yan jî Kurdan bixe bin bandora xwe dewleta Tirk dibe darê destên wan. Lê ev jî nayê wateya ku dewleta Tirk wek siyaset bixwe ne li dijî Kurda ye. Berevajî wê, ji ber dewleta Tirk ya dagirker dijberiya Kurdan li her derê dike, dibe darê destê hêzên dixwazin li ser Kurdan siyasetê bikin. Dewleta Tirk ya dagirker piştî bi alîkariya Rûsyayê Efrîn dagirkir, vê carê jî dixwaze êrîşî herêmên din yên aram yên bakûrê Sûriyê bike.
Lê kîjan hêz dewleta tirk def dide ku vê bike?
Ev pirs hinek daxuyaniyên rejîma Sûriyê û bi taybet yê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya tîne bîra mirov. Berdevka Kremlîn li pêşiya çapemeniyê gotibû ku “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dixwaze li bakûrê rojhilatê Sûriyê tiştek wek dewlet avabike.” Rayedarên Rûsyayê bi vê ranewestiyabûn, bi agahiyên nerast gaveke din jî pêşve çûbûn û Wezîkarê Karên Derve yê Rûsyayê got “Amerîka dixwaze Kurdistanek mezin avabike.” Di demeke ku di navbera Rûsya û dewleta Tirk ya dagirker de li ser Idlibê nakokiyên cidî hebûn û peymana di navbera wan ya li ser Idlibê erênî nedimeşiya, daxuyaniyên rayedarên Rûs wek rojev guhertin bû û sorkirina dewletên herêmê yên weke Tirkiye û Îranê bû. Xuya dibe ku Rûsya ji vê sorkirina dewleta tirk ya li ser Bakûrê Sûriyê encam girtiye.
Dewleta tirk ya dagirker û bi sorkirina Rûsya dixwazin ji aliyekî ve nefesek bidin DAIŞ’ê, ji aliyê din jî encam negirtina peymana Soçî ya di derbarê Idlibê de binixumînin. Jixwe heta niha rayedarên Rûs di derbarê Idlibê de tenê dibêjin “dewleta tirk çi ji dest tê dike” bi vê gotinê jî li xwe mikur tên ku peymana wan ya di derbarê Idlibê de encam negirtiye.
Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo herêma dawî ya di destê DAIŞ’ê de rizgarbike ev demeke operasyoneke berfireh li herêma Hecîn ya rojavayê Derazorê destpêkiribû. Lê li gor ku çavdêr dibêjin bi qasî 3 hezar çeteyên DAIŞ yên pispor û pirraniya wan jî biyanîne li wê herêmê ne. Ji bo wê Hêzên Sûriya Demokratîk navê operasyona xwe kirin “Pêngava Tunekirina Terorê.” QSD li dijî DAIŞ’ê li wê herêmê şerekî dijwar dimeşîne. Lê DAIŞ ji herêmên din yên Sûriyê yên di bin destê rejîma Sûriyê û Rûsya’yê de ne hêzên xwe dişîne herêma Hecîn. Yanî di wateyekî din di bin çavdêrî û alîkariya Rûsyayê de DAIŞ çeteyên xwe derbasî herêma Hecîn dike. Di demek wiha de jî dewleta Tirk ya dagirker bi armanca alîkariya DAIŞ’ê, êrîşî Kobanê, Girê Spî dike. Kobanê berî niha bi çar salan dema ku DAIŞ bibû tirsa cîhanê, pişta DAIŞ’ê şikand û DAIŞ’ê êdî careke din pişta xwe rast nekir.
Rûsya birêdayîna DAIŞ’ê ya taqwiyekirina herêma Hecîn û çekdayîna wan li dijî QSD’ê şer bike, dixwaze temenê DAIŞ dirêj bike. Dewleta Tirk ya dagirker jî, bi êrîşên xwe yên hovane yên li ser gelên sivîl yên Bakûrê Sûriyê dixwaze nefesek bide DAIŞ a li ber sikratê ye. Lê armanca her dû dewletan ew e ku aramiya li Rojhilat û Bakûrê Sûriyê avabuye xirab bikin. Him Rûsya him dewleta Tirk ya dagirker eşkere dibêjin, bila DAIŞ bimîne, bila aramî, xweşiya gelên li Bakûrê Sûriyê ku dijîn nemîne.
Niha pirsek din li vir heye ku neyênpirsîn nabe. Dewleta Tirk dixwaze li Bakûrê Sûriyê ji Idlibê bigre heta Hesekê herêmeke DAIŞ’ê avabike û vê jî eşkere dibêje. Rûsya jî wek dijberek Cîhanî hebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, li Rojhilat û Bakûrê Sûriyê ji bo xwe wek metirsî dibîne. Ji bo wê dewleta tirk dajo ser herêmê. Lê Amerîka wek şirîkê Hêzên Sûriya Demokratîk yên niha parastina vê herêmê dikin, çima bi dengek bilind li dijî van êrîşên dewleta tirk ya dagirker yê şirîkê Rûsyayê dernakeve? Lewra di heman demê de ev êrîş li ser hebûna Amerîka ya li Bakûrê Sûriyê ye.






