Rotînda YETKÎNER
Guhertin, pêşveçûn û hemdemiya civakan berê her tiştê bi jiyana wan a rojane tê pîvandin. Ger civakeke ku xwezayê, welatê xwe, gund û bajarên xwe, kuçe û kolonên xwe paqiş nake û dîzayna wê sererast nake, ew civak di warê siyasî û leşkerî de deh şoreşan jî pêkbîne, mirov nikare bêje ew civak pêşketiye.
Mirovek bi deh seatan dikare li ser siyaset, civaknasî û li ser îdolojiyê biaxife, lê ku nikaribe mala xwe paqiş bike, ser û guhê xwe tekûz bike û xwedî li bedena xwe derkeve, ew kes însanek nîvçe ye.
Di Kurdî de hin peyv vê rastiyê pir baş tîne ziman. Ji rêvebiriya bajar û bajarokan re tê gotin “Şaredarî” yanî cîhê ku çanda civakê rêk û pêk dibe. Em wek civaka Kurdistanê, di nava şoreşeke bi êş û jan û bi cangorîtiya ciwanên temenên wan hê nebune bîst, rojane şoreşekê dijîn. Ger ev şoreş bi çanda civakîre nebe yek û civak di warê çandî de neyê perwerdekirin, paşeroja me ne zelal e.
Li bajar û navçeyên xwe, ger mirov wek welatparêzekî xwedî li kolan û kuçan dernakeve dêmek ku me şoreş di mejî de na, di hestên rojane de afirandiye.
Ger gel çawa ku li gerillayan xwedî derdikeve, bi wê rengî li daristan, deşt û zozanên xwe xwedî dernekeve, wê demê me îdeolojî tenê di perwerdan de daye ezberkirin.
Ger mirov û hevalên me ser û guhê xwe, mala xwe, kuçe û kolanên xwe û her wiha bajar û gundê xwe paqiş nakin û gemar dihêle , divê em welatparêziya ku me hînê gel kiriye di berçavan de derbasbikin.
Rêber Apo qala ekolojî dike, divê mirov bizvire xwezayê û li hember xirabkirina kapîtalîzmê tundî bisekine. Lê ger em ji mala xwe û ji kolan û kuçên xwe dest bi paqişiya xwezayê nekin, eme çawa vê îdeolojiyê daxin jiyanê?
Bi sedan, bi hezaran komeleyên çand û hunerê hene, gelo ev hevalên li vir kar dikin çiqasî li ser paqişî û xwezaya naskirina civakê radiwestin? Gelo çend hevalên ku di beşa çand û hunerê da kar dikin, beriya ku klîbên kaşo maşo çêkin, diçin nava gelê hêremê û çanda kevnar fêrdibin? Gelo çend heval beriya ku derkeve ser dikê stranê ku ji sloganê gel pêk tê bêje, bala xwe dide çanda kevnar a gel û jê sûdê werdigre? Gelo çend hevalê çand û hunerê bi dilek rehet dikare bêje ez bi jiyana xwe mînakim ji bo gel?
Welatparêziya giranbuha ewe ku, mirov axa welatê xwe biparêze, hez bike, bide hezkirin û paqişiya welatê xwe dayîm bike ye. Ez li gelek welatan geriyame û min bi qasî gelê Swîsreyê û Hirvatîstanê welatparêz li tu derê nedît. Tu li kolan û kuçê wan binêrî çopek li erdê tune û ger yek çopa xwe bavê erdê, bi dehan miro vî-wê hişyar dikin.
Kurt û Kurmacî ger em di çandê de şoreşê pêk neynin, şoreşên siyasî û leşkerî nîvçe dimîne.






