Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima DAIŞ tune nabe ?

02/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
2 şertên esasî ji bo çareseriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed SEYDÎ

Min di nivîsên xwe yên berê de anîbû ziman ku ger behse çareseriyê were kirin divê destpêkê 2 gavên sereke bên avêtin.
Yek bi dawîbûn DAIŞ’ê ku niha li devera herî dawî (ku bi navê DAIŞ’ê li wir e) niha şerê li dijî wan tê kirin e. Ya din jî divê dawî li dagirkeriye dewleta Tirk li ser axa Sûriyê were.
Yên di vî warî de gavan navêjin wê Hîjar bibêjin çareserî û qaşo ji bo wê civînan çêbikin û nûnerên nû tayîn bikin. ew ji xapandinê û derbaskirina demê zêdetir ne tiştekî din be.
Fermandariya QSD’ê di 31’ê cotmehê de ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê spî operasyona li dijî DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê rawestand. Em dema dibêjin li Dêrazorê ji ber ku çete bi navê xwe yê fermî (DAIŞ)li wir hene, lê di bin navên cûda de li herêmên din ên weke Cereblus, Ezaz û Idlibê hene û hîne jî tevgera wan li wir didome..
Bi itîfaqa bi Rûsiya re dewleta Tirk Çeteyên xwe yên li van herêman ji şer parastin û ew xistin saxlemiyê. Itifaqa di navbera Rûsiya û Dewleta Tirk de heta 15’ê cotmehê bû, lê li gorî diplomatên Emerîkî dibêjin; rewşa Idlibê ji ber lihevkirinekê heta salekê wê weke xwe bimîne. Qebûlkirina Rûsiya ji bo vê yekê jî ew e ku berê dewleta Tirk bide herêmên Rojhilatê Firatê.
Daxuyaniyên Rayedarên Rûsiya yên vê dawiyê ku digotin DYE li rojhilatê Firatê amadekariyên dewleteke Kurdî dike ew vê yekê radixe ber çavan. Armac ew e ku dewleta Tirk sor bike.
Dema ku li vir lihevkirin derdikevin, li Dêrazorê cenazeyên Çeteyên Ûygorî dikevin destê şervanên QSD’ê. Ev çete bi destê dewleta Tirk derbasî Sûriyê hatine kirin û piranî li Idlibê bi cihin de hicar çawa çûne wir. Wv jî dide diyarkirin ku berê çeteyan dane wan deran ji bo desteka DAIŞ’ê.
Derdikeve Holê ku ne tenê dewleta Tirk naxwaze DAIŞ bi dawî bibe, Rûsiya jî bi vê lihevkirina bi Erdogan re naxwaze DAIŞ bi dawî bibe.
Dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên li ser Kobanê û Girêspî pêk tînin re dîsa nefes da DAIŞ’ê.
Beriya salekê di meha Nîsanê dema ku bajarê Tebqa li ber rizgarkirinê bû wê demê jî dewleta Tirk bi balefiran êrişî Qereçoxê kir û di encamê de hêjmarek ji şervanên ku li dijî DAIŞ’ê şer kiribûn şehîd bûn.
Her cara ku DAIŞ tengav dibe, dewleta Tirk derbekê li pişt li hêzên bakurê sûriyê dixe.
Hêzên QSD’ê raste hêzeke li dijî DAIŞ’ê şer dike, lê ne ew hêza ku ji bo DAIŞ’ê hatiye avakirin. Ew hêzeke parastina herêmên bakurê Sûriyê û gelê wê ye. Li ku êriş li ser van herêman werin ew ê vê erka xwe bi cih bînin. DAIŞ’ê êriş kir, ku kobanê li ber çavan bû vê hêza ji zarokên herêmê çawa parastin kir û li dijî wan têkoşiya. Heman tişt ji bo aliyên dine jî derbas dibe, kengî êrişî van herêman bikin ew ê parastinê bikin. Ew êrişkar dewleta Tirk dibe, rêjîm dibe ew ê parastinê bikin. Di daxuyaniyên QSD’ê de jî ev yek eşkereye. Kî êriş bike ew ê bersiv bidin.
Ji bo tunekirina DAIŞ’ê koalisyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê hate avakirin û li Kobanê destek da hêzên Kurd. Heta ku niha li devera herî dawî şerê li dijî DAIŞ’ê tê kirin. Ger ku li dijî van êrişên dewleta Tirk ên destekê dide DAIŞ’ê ev koalisyona nebin xwedî helwest wê çawa karibin behse şerê tunekirina DAIŞ’ê bikin.
Ya li vir dibe were zelalkirin ew e ku divê bê pirsîn, koalisyona navdewletî wê çawa DAIŞ’ê tune bike ger helwestekê li dijî êrişên dewleta Tirk nede nîşandina? Ew bi rastî li dijî DAIŞ’in an na?

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.