Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Darbeya 4’ê Mijdarê

01/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kerkûk
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Di sala 2016an de li Tirkiyê ti wateya huquqê nemabû. Dozger, dadger, hakim, hemu saziyên dewletê ku bi huquqê re eleqeder dibin tev ji aliyê Erdogan ve dihatin birêvebirin.
Di 4ê Mijdarê de êdî hemû pîvanên hiqûqê hatibûn binpêkirin û hukûmeta AKPê seri li rêbazên terori û faşîzane da, berê xwe raste rast da HDPê.
4 meh piştî ku mafê destnedayina parlementeran hat rakirin erişên binçavkirinê destpêkirin.
EWROJ…
Di 4ê Mijdarê de serê sibehê li ber deriyê malê parlementer û hevserokên HDPê bûn.
Pêşî nûçeya serdegirtina mala Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag ket ajansan. Çeteyên AKPê deriyê mala Yuksekdag şikandin û ketin hundir.
Di wan kêliyan de dengê Fîgen Yuksekdag bilind bû, digot; “hûn jî wekî hukûmeta xwe çete ne. Emê bi berxwedanê biserkevin”. Lê dîsa jî çeteyên AKPê Fîgen Yuksekdag bi bayê bazê ji mala wê revandin.
Piştî dîl girtina Fîgen Yuksekdag nûçeyên darbeya AKPê yek bi yek ketin ajans û medya civakî. Evcar li ber deriyê Selahattîn Demîrtaş bûn.
Dema Polîs li berderiyê wî bûn, Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bi riya twîterê rayagiştî agahdardikir û digot “hêzên dewleta Tirk ji bo min bi darê zorê bibin li ber deriyê min in.” Piştî vê Twîterê çeteyên AKPê Demîrtaş jî ji mala wî revandin.
Piştre jî, parlementerên HDPê Sirri Sureyya Onder, Ziya Pîr, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nursel Aydogan, Leyla Bîrlîk, Ferhat Encu, Îmam Taşçier jî bi heman rengî ji malên xwe hatin revandin. Li herdeverî erişî saziyên HDPê dikirin.
Di dema serdegirtinê de Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê ji ber darbeyê bi awayekî awarte li hev civiyan.
Dema ku li hundir civîn dewam dikir, bi sedan çeteyên AKPê nîvê şevê bi ser Navenda Giştî ya HDPê de jî girtin. Li dijî hovîtî û êrişkariya çeteyên AKPê parlementer, rêveber û endamên HDPê li ber xwe didan.
Çeteyan li vir jî xwestin Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken birevînin. Çeteyan dema Îdrîs Baluken ji navenda Giştî revandin, bêrûmetiyê xwestin li ser wî ferz bikin. Baluken bi hêrseke mezin bersiv da çeteyên Erdogan û AKPê.
Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag, Parlementer Sirri Sureyya Onder û Gulser Yildirim ji Enqerê bi helîkoptera Skorsky birin Amedê. Îdrîs Baluken jî ji wêderê birin Çewligê.
Dora rojê di 5ê Mijdarê de hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, parlementer Sirri Sureya Onder, Ziya Pîr, Îmam Taşçier, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan li Amedê, Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu li Şirnexê, Selma Irmak û Abdullah Zeydan li Colemêrgê, Îdrîs Baluken li Çewligê birin Edliyê.
Di serî de Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlementerên HDPê hemûyan metna parastina hevpar dan dozger û dadgeran. Siyasetvanan digotin, “encex gelê me karibe lêpirsîna me bike û emê ti bersivê nedin pirsên we.”
Dadgeriya AKPê fermana Tayîp Erdogan bi cih anî û biryara dîlgirtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag da.
Her wiha Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Ferhat Encu, Abdullah Zeydan û Îdrîs Baluken jî dîl hatin girtin.
Selahattîn Demîrtaş birin girtîgeha Kocaelî û ji wê derê jî bi helîkopterê birin zindana Edîrneyê tîpa F’yê.Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Balûken, Gulser Yildirim, Ferhat Encu, Selma Irmak û Abdullah Zeydan birin Kandirayê.
Leyla Bîrlîk û Nûrsel Aydogan birin Sîncanê.
Ji parlementerên rehîngirtî Sirri Sureyya Onder, Ziya Pîr û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li aliyê din der barê parlementerên HDP’ê Nîhat Akdogan, Faysal Sariyildiz û Tûba Hezer de jî biryara girtina wan hat dayîn.
Dîsa Polîs û çeteyên AKP’ê li pêşiya Edliya Amedê Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel û Hevseroka KCDê Leyla Guven revandin. Çeteyên AKPê êşkence li Tuncel kirin û ew birîndarkirin.
ÎROJ…
Piştî li dijî HDPê ev darbe pêkhat, HDP bê navber xebatên xwe yên siyasî domand. Ev erîş û binçavkirin bi parlementeran sînorkirî nema, li her deverî erîş kirin û gelek endamên HDP girtin avêtin zîndanan. Gelek kes ji ber cezayê giran welat terk kirin. Lê dîsa jî li hember vê faşîzmê, HDP di hilbijartinên 24ê Hezîranê de, dîsa bi serkeftinek mezin di parlementoyê de cîh girt.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.