Mihemed ŞAHÎN
Ji pêşketina çanda dewletê virve pênc hezar sale desthilatdariya mêr a qirker mirov kiriye dijminê mirov û mirov kiriye dijminê xwezayê. Pênc hezar sale mirov û xweza bi qirkirinên desthilatdariyên mêr a çanda dewletê re rû bi rû ne.
Gelek civakên Rojhilata navîn yên ku weke civaka Kurd pêşengî ji şoreşa Neolîtîkê re kiribûn û bi çanda Civaka Xwezayî ya ku mirov bi mirov re, mirov bi xwezayê re aşt ve girêdayî bûn çanda dewletê red kirin. Çanda dewletê weke cinawirê li dijber çanda xwe û hebûna xwe didîtin. Lewre ji bo parastina çanda xwe her tim li dijber çanda cinawir di nava hewldana berxwedana xweparastinê de bûn. Ew xeta berxwedêr a xweparastina mirovahiyê li Rojava berdewam dike.
Piştî ku di şerê cîhanê yekemîn û duyemîn de çanda cinawir, cîhan kir gola xwînê bi bilindbûna dengê wijdana mirovahiyê ji bo astengkirina zilm û zordariyên cinawir û cinawirokan hinek tedbîr hatin girtin. Armanc sînorkirina çanda cinawir û pêkanîna aştî, aramî û edaleta cîhanî bû. Ji bo serwerbûna aştî, aramî û edaleta cîhanî ji sala 1945’an şûn ve hinek saziyên navneteweyî yên weke NY (Neteweyên Yekbûyî) û hwd. hatin damezirandin.
Ev 2-3 salê dawîne hemû cinawir û cinawirokan dest dane hevûdu, nirx û pîvanên ku piştî şerê cîhanê duyemîn di bin navê saziyên navneteweyî de ji hêla wijdana mirovahiyê ve hatibûn diyarkirin hemû yan yek bi yek bin pê dikin. Bê tirs û fikarê hesabdayinê careke din welatên xwe û cîhanê ber bi dojehê ve dibin.
Weke ku hevûdu lasayî bikin hemû dişibin hevûdu. Li welatê xwe ji muxalefetê re tehamul nakin, civakan bi zext û zordariyan teslîm digrin, civakan dikin dijberê hevûdu û têkiliya wan bi hevûdure qut dikin. Nirx, pîvan, rûmet, exlaq, hiqûq, edalet ên civakî û ên gerdûnî hemû li gel wan bê watene. Gotin û hevokên wan qanûn û fermanin. Mafê jiyana hemû kesî di bin însafa wan de ye. Qedera civakan di nava herdû lêvên wan de dîl girtî ye.
Pêvajoya ku em têde dijîn mixabin pêvajoya xurtbûna hovîtiya faşîzma cinawirane. Tixuba hovîtiya wan bi mezinbûn û qudreta hêza wan ve girêdayî ye. Cinawir çiqasî bi hêz û mezin be ewaqasî destê wî dirêj dibe, ewqasî bê pîvan dibe, ewqasî bê exlaq dibe.
Cinawirên mezin yên weke Emerîka xwe cendirmeyên cîhanê dibînin. Kîjan dewlet li gorî ferman û berjewendiyên wan tevnegerin dikarin dagir bikin, dikarin wan bi şerê navxweyî ji qirkirinê derbas bikin û wan wêran bikin, dikarin wan parçe bikin, dikarin hemû dewlemendiyên wanên ser erd û bin erd desteser bikin. Dewletên Iraq, Lîbya û Sûriyê mînakên zindî li ber çavên me ne.
Çend mînakên dawîn asta hovîtiya çanda cinawir radexe ber çavan. Asta hovîtiya wan nîşan dide ku li ser erdnîgariya cîhanê ewlehiya tu kesî tune ye. Serokê dewleta Çîn Şî Cînpîng dikare serokê Interpolê winda bike, Serokê dewleta Rûs Pûtîn dikare li Londonê sixurê xwe yê berê li ber çavê keçika wî jehrî bike, serokê Bakurê Kore Kim Jong Un dikare li balefirgeha Malezyayê birayê xwe bi xaza VX bikuje, dewleta Îsrael dikare li herderî cîhanê bi sûîkastan yên dijber xwe yek bi yek dîl bigre û qetil bike, qralê dewleta Siûd Bîn Selman dikare li ber çavê hemû cîhanê rojnagerê muxalîf di konsolxaneya xwe de bikuje û cenazeyê wî tune bike, dewleta Tirk û li dewletên din bikeve nêçîra FETO’yîyan, wan bi awayeke qorsanî yek bi yek zeft bike û bîne Tirkiyê, heman dewleta Tirk dikare li ber çavên cîhanê 12 bajêr û navçeyan Kurdan bi serê wan de birûxîne, Efrînê dagir, talan û wêran bike û gefan li herema xweser a bakurê Suriyê biwe.
Di çanda cinawirî de em gav bi gav ber bi cîhaneke bêedalet, bêpîvan û bênirx ve diçin. Heke civakên cîhanê dest nedin hevûdu û ji van cinawiran re nebêjin bes wê di dojeha cinawiran de li benda tunebûna xwe bin.






