Rojnameya Ronahî

Keleha Ûrartuyan a dîrokî Amîkê tune dibe

Keleha Amîkê ku beriya zayînê di salên 700’î de ji aliyê Ûrartiyan hatiye çêkirin, niha bê xwedî hatiye hiştin. Nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler bal kişand ser girîngiya kelehê ya di dîroka kurdan de û destnîşan kir ku ji ber karîgeriyên bîrdozî keleh nayê parastin.
Li Wanê, Keleha Amîkê ku beriya zayînê di salên 700’î de ji aliyê Ûrartûyan ve hatiye çêkirin, niha bêxwedî hatiye hiştin. Ji sedî 70’yê kelehê texrîb bûye û her çend li derdora wê gir hene, dîsa jî wekî qada sîtê nayê îlankirin. Nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler, destnîşan kir ku ji ber karîgeriyên bîrdozî keleh nayê parastin.
Îşler, destnîşan kir ku ev keleha ku Ûrartiyan ji bo bazirganiyê ew bi kar dianî, ji roja ku komar hatiye avakirin heta niha bê kes û kûs hatiye hiştin. Îşler, diyar kir ku li derdora kelehê gir hene, lê dîsa jî wekî qada sîtê nayê îlankirn. Îşler got: “Kî kengî bixwaze diçe kelehê û defîneger jî kuderê dixwazin ew derê dikolin. Ger Keleha Amîkê ji aliyê gelekî Asyaya Navîn ve hatibûna çêkirin, teqez dê li vira qesr bihatana çêkirin. Careke din dest bi çêkirina kelehê kirin. Tê gotin kolandina Gobeklî Tepeyê jî hatiye sekinandin. Ne bawerim ev yek ji ber krîza aborî be. Hin sedemên wê yên bîrdozî hene. Teze dîroka tirk heye. Paşê ev tez kirin teza tirk-îslamî. Ji Keleha Amîkê ne bêhna tirkî ne jî ya îslamî tê. Loma hatiye terkkirin. Ev nêzîkatiyeke bîrdozî ye. Wexta krîzên aborî tune bûn jî li van deran tiştek nehat çêkirin.”
JI SEDÎ 70’YÊ WÊ TUNE YE, JI SEDÎ 30’Î JÎ WÊRAN BÛYE
Îşler, diyar kir ku ji sedî 70’yê kelehê nemaye û ji sedî 30’yê mayî jî wêran bûye û got: “Ji ber Keleha Amîkê lîmana abzirganiyê ye, divê embarên wê hebin. Niha embar tune ne. Ode û beşên din ên kelehê an tunebûna an jî di bin axê de mane. Ji Gola Wanê ber bi kelehê ve tuneleke bi nêrdewan heye. Niha tenê têketina vê tunelê heye. Bi taybetî jî nêrdewanên ber bi kelehê ve tune bûne. Li hin deran şûna kevirên nêrdewanan dixuyên. Ji ber keleh tîk e, derketina ser wê zehmet e. Li dor kelehê gir hene. Ev gir dişibin mirovan. Hemû jî hatine rûxandin an jî tunekirin. Em ji hin sûrên wê yên mayî fêm dikin ku ev der keleh bûye.”
HAFIZEYA DÎROKÎ TÊ JÊBIRIN
Îşler, destnîşan kir kur divê nêzîkatiyên bîrodozî tune bin û demildest keleh bê parastin. Îşler got: “Li her derê Wanê berhemên dîrokî hene. Divê wijdanê kesî destûrê nede ku ev berhem bên tunekirin. Dewleteke ku dilê wê neşewite nikare vê bike an jî biparêze. Ancax neviyên ûrartûyan dikarin xwedî lê derkevin. Dê kurd li gor derfetên xwe yên siyasî û aborî xwedî lê derkevin. Hêvîdar im. Her giya li ser koka xwe şîn tê. Ger kok hişk bibe, dê şax jî hişk bibe. Divê kurd xwedî li dîroka xwe derkevin. Dixwazin hafizeya me ya dîrokî jê bibin. Divê em jî di warê dîrokê de bi hesas tev bigerin. Em nehêlin hafizeya me bê jêbirin. Dîrok arşîva gelekî ye. Ger ev arşîv bê tunekirin, dê ew gel jî bê tunekirin.”…MA