Rojnameya Ronahî

Kûpa bi navê Jinên Qamişlo û Ehlî Amûdê tê xemilandin

Di roja Înê di 26’ê Cotmehê de li stadyoma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo, dîsa maça dawî ya ser kopayê dê yek ji herdû yaneyên jinan be, yaneya Qamişlo anjî Ehlî Amûdê bighêje lîgeya şampiyonê. Ku ew herdû yaneya ne di dewreya navîn ya şampiyona yaneya Herêma Cizîrê ya Fotbola jinan gihiştibûn lîgeyê.
Tevî rewşa hewayê ya nexweş jî lê, jinên yaneyê yên ku beşdarî şampiyona stadyomê bûne derbasî zemîna stadyomê bûn. Di yekemîn maçê de ku di navbera jinên Serê Kaniyê û jinên Cûdî bû, lê jiber ne hazirbûna tîma jinên Cûdî li turnavayê bi rengekî fermî jinên Serê Kaniyê bi serketin. Her wiha di maça anjî lîsteya duyemîn de, Tîma Biratî û Jınên Qendîlê ku ev yekemîn yaneya jinan di herêma Cizîrê deye ev cara yekemîne bi rengekî fermî beşdarî şampiyonê dibin. tevî wiha jî jinên Biratî bi zehmetî li himberî jinên Qendîlê bi ser ketin. Ku di encamê de Tîma jinên Serê Kaniyê û jinên Biratî di gihêjin dewreya fînalê. Her wiha ji xwe Jinên Qamişlo û Ehlî Amûdê berê di encama qureyê de hatibûn diyar kirin, ku wiha jiên Qamişlo li bermaberî jinên Serê Kaniyê lîstin û di encamê de jinên Qamişlo bi 4 beyê bersiv bi ser ket, di heman demê de jî jinê Ehlî Amûdê li himberî jinên Biratî lîstin, lê Ehlî Amûdê bi zehemtî tenê bi golekê beyî bersiv bi sert jinên Biratî ket. Wiha jî jinên Qamişlo û Ehlî Amûdê gihiltin maçeya dawî ku tê peyîn dê maça dawî ya di navbera wan de di 3’ê Mijadarê de bê li darxistin. Roanhî/Qamişlo