Rojnameya Ronahî

Pêdivî bi avakirina ruhê Kobanê heye

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal bal kişand ser perspektîfên û diyar kir ku bi perspektîfa Rêber Ocalan a ‘Neteweya Demokratîk’ li Kobanê bi beden bû.”

Li ser banga Mirovên zanist, nivîskar û siyasetmedar  ên navdar  li cîhanê 1’ê Mijdarê di 2014’an de bû Roja Cîhanê ya Kobanê ya ku li dijî DAÎŞ’ê heta dawî li ber xwe da.  ji wê rojê û şûnde her sal 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin.

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal, a di heman demê de parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, derbarê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de nirxandin kir.

Newroz diyar kir ku Kobanê û Rojava hem di têkoşîna tevgera Kurdd a dîrokî de û hem jî di pêvajoya ku tê gotin ya Şerê Cîhanê a 3’emîn e de cihekî girîng digirin û wiha got: “Li Tirkiyê pêvajoya çareseriyê hebû.  Birêz Abdullah Ocalan gotibû,’Ger Kobanê bikeve wê pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe’. Ev jî xeta sor a birêz Abdullah OcAlan bû.”

Newroz anî ziman ku Rojava – Bakurê Sûriyê di warê guhertin û veguhertinê de li Rojhilata Navîn gelek girîng e û wiha got: “Li Kobanê jiyaneke ku ji bo tevahiya Rojhilta Navîn bibe mînak hat afrandin. Li Kobanê perspektîfa birêz Abdullah Oclan a Neteweya Demokratîk bi beden bû. Têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku cîhanê pê re dernexist serî bajarekî biçûk pê re derxist serî. Kobanê di warê pêşketina têkoşîna jinê de pêşveçûneke mezin bi dest xist û bû bajarê ku gelek netew lê dikarin bi hev re azad bijîn.”

DIVÊ RUHÊ KOBANÊ JI NÛVE BÊ AVAKIRIN

Parêzer Newroz Uysal di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku pêdivî bi ruhê ku li Kobanê derket holê heye û wiha got, “Kurd li Kobanê bi ‘Perspektîfa Neteweya Demokratîk’ bi ser ketin. Pêdivî niha jî bi wî ruhê ku li Kobanê hat avakirin heye. Ji ber vê divê ku em yekitiya wê demê îro jî ava bikin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Oclan jî bi rewşa Rojava ve girêdayî ye. Ev 3 sal e ku em ji birêz Abdullah Ocalan tu agahiyê nagirin. Ji ber vê pêdivî ji nû ve bi avakirina rûhê Kobanê heye.”…JINNEWS