Rojnameya Ronahî

Serkeftina Kobanê bû ya Cîhanê

Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk û hêzên din roja 15’ê Îlona 2014’an êrîşî Kobanê kir. Bi berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê û bi piştgiriya gelê Kurd piştî berxwedaneke 134 rojan çete ji Kobanê hatin qewitandin. Şervanên ku di berxwedana dîrokî de cih girtin diyar kirin ku ew ê bi rihê serkeftina Kobanê ew ê dagirkeran ji Efrînê jî derxînin.

Bêrîvan Azad û Mîlîtan Dêrikî ku cihê xwe di berxwedana Kobanê a dîrokî de girtine têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê gotin: “Bi saya yekîtî û lehengiya gelê Kurd li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê li Kobanê serkeftinê mohra xwe li dîrokê xist. Em ji bo serkeftinên nû li berxwe bidin.”
Derbarê çaremîn salvegera 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Bi Kobanê ya Cîhanê de Bêrîvan Azad û Mîlîtan Dêrîkî ku cihê xwe de di berxwedana Kobanê de girtine, dan zanîn ku wan bi saya hêz û baweriya gelê Kurd li Kobanê dîroka lehengiyê nivîsandine û wiha gotin: “Bi hezaran şehîdî cihê xwe di berxwedana Kobanê de girtin. Me bi hêz û baweriya Şehîdên wekî Arîn Mîrkan mohra xwe li bin serfiraziyek bêhempa xist. Em ê her di şopa şehîdên bi rûmet de bin û mohra xwe li serkeftinên dîrokî bixin.”
KOBANÊ NEKET, JI NÛVE HAT AVAKIRIN
Bêrîvan Azad diyar kir ku wan heta dawiyê li berxwe da serî netewandin û mohra xwe li serkeftinek dîrokî xistin û got: “Li Kobanê gelê Kurd berxwedanek bêhempa nînda û ev yek ji cîhanê re bû mînak. Tevî hemû zehmetiyan li Kobanê bi pêşengiya jinên azad û leheng têkoşînek mezin hat dayin. DAÎŞ’a ku her cureyên îşkence û zilmê li mirovan dikir digot ‘Em ê li Kobanê nimêj bikin.’ Lê ev gotina wan pêk nehat ew têk çûn. Tevî vê yekê zilm û îşkence têk çû. Azadî, aştî û serfirazî bi ser ket. Jinên leheng li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê sekinîn û serî netewandin. Jinên wekî Arîn Mîrkan li dijî hovîtiya çeteyan sekinîn û bûn sembola têkoşîna cîhanê.”

 

Bêrîvanê diyar kir ku ew ê li ser şopa lehengên ku di oxira azadiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bimeşin û wiha dewam kir: “Dema niha em li kolanên Kobanê digerin em dibînin ku şopa lehengên Kobanê hene. Li her kolanên Kobanê şopa têkoşîna lehengên azadiyê heye. Em ê herdem bi bîranînên wan doz û têkoşîna xwe bidomînin.”
Bêrîvanê da zanîn ku neyarên gelê Kurd li Kobanê têk çûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk a ku alîkariya çeteyên DAÎŞ’ê dikir jî li Kobanê tê çû. Gotina Erdogan a ku ‘Kobanê ket ha wê bikeve’ pêk nehat. Kobanê neket û ji nû de hat avakirin. Yên ku têk çûn neyarên gelê Kurd bûn. Çawa ku me li Kobanê serkeftinek mezin bi dest xist em ê Efrînê jî rizgar bikin û nehêlin ku neyar û kujerên gelê Kurd bigihêjin armancên xwe yên qirêj.”
KOBANÊ BÛ MÎRATEYA HEMÛ GELAN
Her wiha Mîlîtan Dêrikî jî anî ziman ku berxwedana Kobanê ji hemû cîhanê re bû hêvî û wiha got: “Di şexsê berxwedana Kobanê de hemû gelên cîhanê bûn xwedî hêviyên mezin. Têkoşîna li dijî zilma çeteyan ji bo hemû cîhanê bû. Berxwedana Kobanê bû mîrasa hemû gelan. Em ê jî heta dawî vê mîrasê ji nifşên nû re bihêlin.”
Mîlîtan di dawiyê de ragihand ku hêviya cîhanê bi têkoşîna jinên Kurd ava bû û wiha got: “Jina Kurd li dijî çeteyan heta dawiyê li berxwe da. Çeteyên ku digotin ‘Em bi destên jinan naxwazin bimirin, em ê biçin dojehê’ bi destên jinan têk çûn. Ev yek ji hemû cîhanê re bû mînakek giranbiha. Bi saya yekîtî û lehengiya gelê Kurd li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê li Kobanê serkeftinê mohra xwe li dîrokê xist. Em her ji bo serkeftinên nû li berxwe bidin. Bi hezaran şehîdî cihê xwe di berxwedana Kobanê de girtin. Me bi hêz û baweriya Şehîdên wekî Arîn Mîrkan mohra xwe li bin serfiraziyek bêhempa xist. Em ê herdem li ser şopa şehîdên bi rûmet bin û mohra xwe li serkeftinên dîrokî bixin.”…
JINNEWS