Rojnameya Ronahî

Şanoya Kurdî bi şoreşê re bû xwedî nasname

Idrîs HENAN

Şagirtê peymangeha Şano û Endamê Rêveberiya Komîna şano di Tevgera Çand û Huner a Efrînê de Selam Îbo ji rojnameya me re got: Dema ku em dibêjin şano yonanîstana kevin tê bîra mirov. Di dîrokê de cejnên xwedawendî hebûn. Aktirîstê yekemîn Isxîlyos di salên 535an Bz de dîroka xwdayê xêr, bereket û hişnahiyê Xînasîs a afrînerî û misyoneriyê bi şanoyek tekkesî raber kir. Ew pêşandan weke destpêka şanoya îroyîn hate naskirin. Him lîstikvan, senyarîst û him jî derhêner bû. Destpêka şano trajedîk bû. Bi Yorîpîdyos re şanoya komedyayî dest pê dike.

HUNERA GIŞTÎ ŞANO YE
Derbarê hewceya dîrokî ji hunera şano re û rola ku pê rabûye de Îbo ev nirxandin kir: Pêşketina zanist û felsefeyê bandorek erênî li hunerê kir. Pêwîst bû ev pêşketin di aliyê hunerî de bihata vegotin. Rêbaza herî baş jî pêşandana hunerî a şanoyê bû. Şano jî mîna hemû hunerên din di sedsalên navîn de li Ewrûpayê ji aliyê kelîseyê de hate bikaranîn. Lê ji bi Şekispîr re ronasansa şanoya klasîk dest pê dike.
Ji ber ku di şano de çiqas beşên hunerî hene dixebitin bi navê Hunera Giştî tê naskirin. Hunera şano dikare di demên pir hindik de bi awayekî rasterast name û armancan bigihîne cihên pêwîst. Hunera herî nîzî dil û wîjdana mirove ku her insanek dikare xwe di şano de bibîne.

PÊŞKETIN GIRÊDAYÎ STATUYA KURDAN BÛ
Zêneb Mustefa Mihemed Endama Rêveberiya Şano ya Navenda Kevana Zêrîn li Şehbayê derbarê şanogeriya Kurdî de got: Bi riya pevguhertina çandan şano bi zewaca Nefertîtî keça mîrê Mîtaniyan bi kurê Fîrewn re derbasî Kurdistanê dibe. Di civaka Kurd de heya demek dirêj herdu rengên şanogeriya olî (sersala baranê) û komedyayî (Qeşmer) hebûn. Pêşketina hunera şano jî girêdayî statuya Kurdan a siyasî bû. Ji ber rewşa dagirkeriyê di demên ku şanoya cîhanî şoreş li dar dixist de, şanogeriya Kurdî dihate pelçiqandin. Hunera şano ji ber taybetmendiyên xwe yên xîtaba rasterast, rastî kirêttirîn hewldanên aîmîlasyonê dihat. Şanoya dihate pêşkêşkirin jî bi dizî di malên veşartî, cejna Newrozê û quncikan de bûn. Yekemîn holên şanoyê li Silêmaniyê û Hewlêrê bûn. Astengiyên sereke kêmbûna nivîskarên senaryo û nebûna rexnevanan bû.

RONASANSA ŞANO BI ŞOREŞA ROJAVA RE DEST PÊ KIR
Îbo pêşketina şano di serdema Rêveberriya Xweser de jî nirxand û got: Mixabin şano tenê di Newrozan de hatibû naskirin. Ev jî li kêfa dagirkeran hatibû ku di aliyê çandî de civaka Kurd dorpêç kiribûn. Lê bi Şoreşa Rojava re firsenda zêrîn a avakirina bingeha şanoyê hate bidestxistin. Li ser vê esasê girûpên cuda bi hejmareke mezin ên şanoyê derketin. Ji bo ku şano bi awayekî zanistî be, perwerdeyên akademîk dest pê kirin û peymangeha şanoyê li Efrînê hate vekirin. Zîrweya serketina şanoya Kurdî bi lidarxistina mehrîcana Mîtan li Efrînê sala 2014an de dest pê kir. Mîtan ji xwe mehrîcanekî Kurdistanî bû. Lê her tim dorpêça li ser Efrînê bandor lê dikir ku beşdarvanên ji beşên dîtir ên Kurdistanê ne dikarîn zindî tevlî bibin. Li ser asta Kurdistanê cara yekemîn bû di sêyemîn mehrîcana Mîtan 2018an de cureya şanoya molodrama hate pêşkêşkirin (cureyekî şanoyê ye ku yek lîstikvan bi rola gelek karakteran radibe). Di mehrîcanê de şanoyên ji wêjeya Kurdî, Rûsî, Fransî, Yonanî û … hwd hatin pêşkêşkirin. Bi Şoreşa Rojava re ronasansa şanogeriya Kurdî dest pê kir.

XWEPÊŞANDAN ŞANOYÎ WÊ BÊ LIDARXISTIN
Zêneb Mustefa Mihemed li ser qonaxa piştî koçberiya bi zorê ya gelê Efrînê got: Çawa ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de em di nava gel de seferber bibûn, îro li Şehbayê bi heman ruhê berxwedanê em li ser lingan in. li Efrînê 7 kom û zêdeyî 60 endamên şanoyê hebûn. Li Şehbayê bi endamên heyî me şanoya Gunehê Hespî pêşkêş kir. Niha jî gelek girûpên şanoyê yên zarokan tên perwerdekirin. Her wiha em beşdarî hefetaya hunerî bûn. Dîsa weke Kevana Zêrîn hedef dike ku ji parêznameyên Rêber APO îlham bigire û şano pêş bixîne.
Zêneb dewam kir û got: Bi giranî me pala xwe daye rêbaza şanoya sembolîk. Di wê cureyê de texmîn û encam ji temaşevanan re tê hiştin. Niha endamên me li Şehbayê 5 in. Her endamek yek-du girûpên zarokan li Ehdas, Til Qirah, Um Hoş, herdu kampên Berxwedan û Serdem, Ehrez û rojên pêş li Keferneye perwerde dike. Wê bi van girûpan di betlaneya herdu werzên xwendinê de Xwepêşandanek Şanoyî li Şehbayê bête lidarxistin. Rojane li du cihan wê 6 şano bêne pêşkêşkirin.
Herdu Rêveberên şanoyê di dawiya nirxandinên xwe de tekez kirin ku pêşketina Şanoyê li Efrînê û bi giştî li Rojavayê Kurdistanê zemînek avakirina şanoyeke profesyonal ku pala xwe dide exlaq û zanistê ava kir. Nasnameya xwe ya serbixwe bi dest xist. Wê hemû projeyên me di çarçoveya avakirina şanoyeke şoreşgerî de bin.