Rojnameya Ronahî

Festîvala Şehîd Hogir li Qamişlo hat lidarxistin

Çaremîn Festîvala Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê ya Şehîd Hogir bi dirûşma “Serî hildin, Efrînê rizgar bikin” li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, ciwanên herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê, tevî rayedarên rêveberiya xweser yên herêma Cizîrê û her wiha komên ciwanan bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî festîval bûn.
Li qada festîvalê sembolên ku çand û kevneşopiyên gelê herêmê nîşan dide hatin daliqadin.
Çalakî bi axaftina Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê Hemrîn Elî dest pê kir. Hemrîn Elî anî ziman ku Şoreşa Rojava ya ku heya niha berdewam e bi hêz û îradeya ciwanan mezin dibe, ev şoreş wê berdewam bike ta hêzên dagirker ji tevahî Sûriyê werin derxistin.
Hemrîn got: “Ji ciwanan tê xwest ku fikrê demokrasiyê belav bikin da ku ji hemû pirsgirêkên welatên Rojhilata Navîn re bibe çareserî û çand û hunera herêmê biparêzin.”
Paşê komên stranan, komên şano hunerên xwe pêşkêş kirin.
Çaremîn Festîvala Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê ya Şehîd Hogir berî çend rojan li kantona Kobanê hatibû li darxistin. Tê payîn ku di demên pêş de li kantona Hesekê were lidarxistin…ANHA