Rojnameya Ronahî

Zarokan hestên xwe li ser tabloyan neqişandin

Ji bo rizgarkirin û vegera Efrînê bi her awayî çalakî û berxwedana gelên Efrînê yên li herêma Şehbayê berdewam dikin. Bi armanca alîkariya zarokên Efrînê yên li Şehbayê hatine bicihkirin tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre hate danîn. Nêzî 400 zarokan hestên xwe li ser vê tabloyê neqişandin.

Zêdeyî 400 zarokên Efrînê li ser tabloya 200 metre hestên xwe neqişandin.
Bi armanca alîkariya zarokên Efrînê yên li Şehbayê hatine bicihkirin tabloyeke bi dirêjahiya 200 metre hate danîn. Nêzî 400 zarok hestên xwe li ser vê tabloyê neqişandin.
Zarokên temenên xwe ji 6 heya 15 salî hestên xwe û serpêhatiyên xwe yên li kantona Efrînê û kantona Şehbayê û xwezaya Efrînê xêz kirin.
Çalakiya neqşandina tabloyê piştî ku Kampa Serdem a kantona Şehbayê û li dibistaneke navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hate lidarxistin, roja dawî li dibistana Sewaqa ya navçeya Fafînê hate lidarxistin. Derdora 400 zarokî tişta ku li Efrînê rû daye û destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê xêz kirin.
Derbarê mijarê de Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Şêwekar Henîf Hemo got: “Piştî ku em ji Efrînê hatin derxistin û li kampan bi cih bûn, min dît ku zarok serpêhatiyên li Efrînê yên şer, koçberkirin û êşên dîtine dibêjin. Li ser vê yekê ez fikirîm ku alîkariya zarokan bikim û bihêlim bîranîn û serpêhatiyên xwe yên bi êş bi nexşeyan vebêjin. Min hêvî dikir ku rêxistineke alîkariya zarokan van nexşeyan bighînin derve lê çênebû. Em kêfxweş in ku me bi vê çalakiyê dilê zarokan şad kir û peyama berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ji cîhanê re radigihînin.”
Zarokê bi navê Hanî Hiso, rêya derketina wan a ji Efrînê li ser tabloyê neqişand got: “Dema em ji Efrînê hatin derxistin em di rewşên pir zehmet re derbasî bûn, ya herî bi êş riya Çiyayê Ehlam, li ser rê gelek sivîl ji ber êrîşên Tirkiyê mirin.”
Zaroka bi navê Ferîde Bîlan jî wêneyê dayikeke digirî xêz kiriye, got: “Ev dayika şehîdan, dema ji Efrînê derdikeve digirî. Bi vê yekê ez dixwazim bêjim ku em dixwazin vegerin Efrînê.”
Abdullah Helawî jî balafirên dagirkeriyê Tirkiyê ku Efrînê bombebaran dikir neqişandiye…ANHA