Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Goteborgê çalakiyek hate lidarxistin.
Li ser banga Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Goteborgê li bajêr ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Hevserokê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk ê Goteborgê Abdullah Konya diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Ocalan re zagonan bin pê dike û sûcê mirovayetiyê pêk tîne.
Konya bêdengiya welatên li rojava û Swêdê ya li hemberî tecrîdê rexne kir û ji Swêd û gelên Ewrûpayê xwest ku bila helwesta hikumetên xwe şermezar bikin. Konya bang li CPT’ê kir ku bila peywira xwe bi cih bîne û bila CPT biçe serdana Ocalan.
Di çalakiyê de sloganên ‘Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.