Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pirsgirêk bi avakirina civaka azad çareser dibin

29/10/2018
in ROJEV
A A
Pirsgirêk bi avakirina civaka azad çareser dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Ikbal BEDRAN

Di bin diruşma “Pêşeroja Sûriyê di nav nesazîbûna cemseran û hevrikiya partiyan de” Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê roja 26 vê mehê li Kampa Serdem semînerek li dar xist. Di semînerê de sê xalên ( Rola çalakiyên civakî, rola saziyên rewşenbîrî û rewşenbîran, danûstandina bi rejîmê re û Kurd û aloziyê yekbûnê) hatin nîqaşkirin.
Endamê dîwana semînerê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Usama Ehmed derbarê rola çalakiya civakî de ev tişt got: “Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişmendiya ku civakê esas digire li pêş e.”
Ehmed derbarê rola rewşenbîriyê diyar kir ku di rastiya rewşenbîr de pêşengtî heye.
Di dirêjahiya semînerê de rewşa li Efrînê rûdaye bû mijareke encamgirtinê. Ji bo vê babetê Ehmed got: “Bi dagirkirina Efrînê re eşkere bû ku parçebûna siyasî civak jî parçe kiriye. Di bin tesîra wê de qismek mîna ENKS destê xwe xiste destê dagirkeran û bi çete û tirkan re Efrîn dagir kirin. Qismek din jiyana di bin siya dagirkeran de pê xweş kirin û ew kişandin Efrînê. Lê bi demê re ew bangeşeya ji dagirkeran re li stûyê wan geriya. Qismê mezin ê gel jî li Şehbayê cihê xwe di mewziyên berxwedanê de girtiye.”
Girêdayî vê mijarê girîngiya yekîtiya neteweyî weke xaleke sereke derket pêş. Di vê derbarê de Ehmed got: “Mebest ji yekîtiyê, yekbûna belgeya siyasî, nerîn û projeyên neteweyî ye. Hemû hewldanên yekîtiyê têk çûne. Parçebûna siyasî bûye sersebebê parçebûna civakê.”
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Usama Ehmed derbarê nerîn û nîqaşên di semînerê de pêş ketine de got: “Nîqaşên semînerê bi giranî analîz bûn. Weke encam derket; hemû kêşe dikarin di avakirina civaka azad de bên çareserkirin.”
Ehmed wiha dewamkir: “Eger partiyên siyasî karîbana li Efrînê raya giştî avakiribana û li dora têkoşîna doza Kurd komkiribana, wê civak di aliyê helwest de parçe nebûya. Ehmed tekez kir ku êdî pêwîste mijarên han bi wêrekî bên nîqaşkirin. Ne rêveberî û ne jî partiyên siyasî xwe jê bidin alî. Lazime bi riya van semîneran em van qisûrên xwe derbas bikin.”
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Usama Ehmed di dawiyê de tekez kir ku; Şoreşa Rojava hawûza hemû aliyan e. Ji ber berzbûna nirxên xwe, ji bo yekîtiya neteweyî xwedî insiyatîf e. Di rastiya xwe ya çareserker, guherîner û veguherîner de hemû cudatî û kêşeyan hembêz dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.