Rojnameya Ronahî

Çeteyan bi wesayîtên bombebarkîrî ve girêdidin û dişînin

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê a bi navê Şerê Tunekirina Terorê di roja 50 de dewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê li hember pêşdeçûna QSD’ê nikarin bisekinin û derbên giran dixwin. Eşkere bû ku DAIŞ ji bo çeteyên xwekuj ji êrîşa bombeyî venegerin bi wesayitên bombebarkirî ve tên girêdan û bi ser şervanên QSD’ê de dişînin.

Çeteyên DAÎŞ’ê ku ji ber operasyonên QSD’ê li Dêra Zorê asê mane, bi wesayitên bombebarkirî êrîşên xwekujî dibin ser şervanên QSD’ê. Eşkere bû ku ji bo çeteyên xwekuji ji êrîşa bombeyî venegerin bi wesayitên bombebarkirî ve tên girêdan.
Hecîn û gundên li derdora wê, li ser sînorê Iraq-Sûriyê herêma dawî ye ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe lê girtine. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev 50 roj in operasyonê li vê herêmê didomînin.
Ji 11’ê Îlonê û vir ve gelek gundên herêma Dêra Zorê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatine rizgarkirin. Çeteyên DAÎŞ’ê van her du hefteyên dawî ji rabûna tozê sûdê werdigirin û li eniyên Hecîn û Baxozê gelek caran êrîş kirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê bi taybetî bi wesayitên bombebakirî êrîşê dikin. Pirraniya van êrîşan ji aliyê şervanan ve hatin şikandin. Yek ji deverên ku êrîş lê giran e, stasyona trênê ya li eniya Hecînê ye. Şervanên QSD’ê li vê derê wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan rûxandin. Balkêş bû ku çeteyê xwekuj ê li hundirê wesayitê, bi wesayitê ve hatibû girêdan.
Di wêneyan de ku şervanan kişandine tê dîtin, milê çeteyê ku wesayit diajot bi wesayitê ve hatiye girêdan. Tê gotin, DAÎŞ ji bo nehêle ku kesên weke bombeyê zindî bi kar tînin bireve ev yek kiriye.
Beriya niha li ser êrîşkarên xwekuj ên DAÎŞ’ê, du sîstemên teqandina bombeyan hatibûn dîtin. Li gorî vê yekê eger kesê êrîş bike bombeyan neteqîne wê ji dûr ve bombe bê teqandin.
Ji şervanên QSD’ê Şervan Azad yên li eniya Hecînê li ser şerê giran ê sê rojên dawî got, çeteyan ji çar aliyan ve êrîş kirin, lê belê gelek kuştî dan û neçar man vekişin.
Azad diyar kir, wesaiyeteke bombebarkirî ya çeteyan û wesayiteke leşkerî hatine rûxandin, bi dehan çete hatine kuştin û herêm di kontrola wan de ye…ANF