HPG’ê diyar kir, li Çelê ya bi ser Colemêrgê di çalakiya gerîla de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
LI ÇELÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Hêzên me roja 28’ê Cotmehê saet 16:30’î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de çepereke dijmin bi temamî hate rûxandin û 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
Roja 28’ê Cotmehê saet 07:10’an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora rûbarê Xakurkê yê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.”