Sîpan CAN
Ya herî zor di jiyana mirovan de, biriyardayîne, ango di derbarê çarenûs, helwest, buyerekî de biriyarekê bigire û di qada pratîk de pêk bîne. Zorahiya vê mijarê ji ku tê, hemû biriyar di dawiyê de bi encamekê tacîdar dibe. ji ber wê yekser encam bi wê biriyaê ve girêdayî dimîne. Erênî be, erênî derbas dibe, neyînî be, neyînî derbas dibe.
Welhasil, di encam de li gor daneyên heyî xuya dibe ku ji sedî 90 biryarên ku mirov didin encamek neyînî bi xwe re derdixîne. Ji xwe, di nav wan biriyaran de ya herî zêde dide mêre. Ya herî zêde jî biryarên şer ku tên dayîn ji aliyê zilaman ve bûne sedema keraset û şerên xwînî di navber gelan de.
Lê; ji aliyek din ve, biriyar kengî encam in bi sosret derdixîne holê, dema ku bi lez bê dayîn. Ango, bêyî ku buyerê analîz û şîrove bike.
Ya herî zêde jî, mijara lezbûna biriyardayînê li ba kurdan heye, gelekî ku herî zêde bi dilpakbûn û hestiyarbûna xwe tê naskirin e. lewra zû bi zû biyaran dide û piştre jî poşman dibe, li serê xwe dixe û piştre xwelî li ser xwe dike. Dibêje “ çima min wisa kir, diviyabû rewş ne ev ba ye; lê neyse”
Ji bo ku biryar rast derkeve, îrade pêwîste, nebe nabê. Civakên me di bin siya desthiladarên cuda cuda de ew maf jê hatine xwarin. Nikare bi xelwest bide, lewra dewsa wan şaman û rahîb biryar dide û şêwazê jiyana wan didin diyarkirin.
Ji mafê her kesî ye, di derbarê çi buyerê dibe bila bibe helwesta xwe nîşan bide û biryarê bistîne. Lê; bêyî rastî û piştberdeya wê buyerê nasnake, wê demê ew helwest nabe îrade û nêrîna azad. Tenî ji bo di nav ûrtemê de, xwediyarkirin û nîşandan bingeh bê girtin mirov nikare bêje ev helwestekî raste.
Kurt û kurmancî, di derbarê kesekî helwest diyarkirin divê bi kêmanî wî/wê kesî nas bike bê kîye û çiye, ango di derbarê kesan biriyar girtin esas ne mafê her kesî ye. çênabê mirovek di derbarê mirovekî de biryar bigire û li şûna wî bibe berdevkê nêrîn û ramanên wî. Ne kes û ne jî gelemperiya civakê çênabê kes ji dewsa wan xwe mafdar bibîne û bibe xwedayê fikira wan.
Ji ber wê, mîna Npolêaon Ponabart çawa ji bo xwestekên xwe yên xerîzî biryara şer da û bû sebeb serê kûştina mirovan gelek kesên mîna wî jî di jiyana me de niha hene ku dibin sebeb serê gelek pirsgirêkan.






