Tayîp TEMEL
Soçî, Tahran, Astana, Cenevre, Riyad niha jî zirveya Stenbolê. Meseleya Suriyeyê li navendên cûda tê axaftin lê pirsgirêkçareser nabe. Zirveya Stenbolê ji zirveyên din, ji hin warancûda ye û dê di dema pêşiya me de encamên vê yekê xwebidin der.
Dîroka van zîrveya balkêş e. Zirveya Tahranê di 7’ê îlonê de, Soçi di 17’yê îlonê de û zirveya stenbolê di 27’ê mehê de. 7, 17, 27… Zirveya Stenbolê aktorên Astana/Soçi û aktorênCenevreyê anî cemhev. Ev yek dide nîşan ku di qadanavneteweyî de lêgerîna çareseriyek gerdunî heye. Her çiqasdi vê civînê de DYA cîh negirtibe jî Fransa di heman demê de nûnertiya DYA’yê jî kir. Di encanmaneya derketiye holê de jîîşaretên vê yekê hene. Tirkiyeyê malovaniya vê zirveyê kir lêencam didin nîşan ku AKP û Tirkiyeyê înîsiyatif winda dikin.
Ya yekemîn di encamnameya zirveyê de ne tenê DAEŞ, diheman demê El Nusra, El Kaîde, kom û hêzên têkildarê vanyekan wekî “rêxistinê terorîst” hatin bi navkirin û bi aweyekeşkere biryara tûnekirina van hêzan hate girtin. Ev biryar xalaherî girîng ya zîrveyê ye. Tirkiye û AKP raste rast têkildarêvan hezan in û Erdogan li ser navê van hêzan beşdarê zirveyaTahran û Soçiyê bû û ev rola Tirkiye bi awayek eşkere hateteşhîrkirin. Niha bi vê biryarê peyama “têkiliya xwe bi vankoman re qût bike” didin Tirkiyeyê.
Encama duyemîn jî ji bo çareseriya pirsgirêka SuriyeyêCenevre hate referekirin. Yanê êdî beşdarvanê Soçî û Astanayê jî ji bo çareseriyê maseya Cenevreyê qebûlkirin. Divê warê de komîteya nivîsandina makezagona Suriyeyê dê liCenevreyê bê avakirin. Her wiha di encamnameyê de cardin jibo vê komîteyê girîngiya hemû beşên civaka Suriyeyê hatedûbarekirin. Yanê civaka navneteweyî dizane kû heya hemûaktorên Suriyeyê beşdar nebin ji van lêgerîn û zirveyan tûencam û çareserî dernakeve.
Ya sêyemîn, biryara “yekitiya Suriyeyê” hate girtin. Lê ji vêyekê Tirkiye û welatên din tiştên cûda fêm dikin. Tirkiye ji“yekitiya Suriyeyê” bê statûbûna kurdan fêmdike û dixwazevê encamê bi ser bixe, lê welatên din derketina Tirkiyeyê ya Suriyeyê didin nîşan. Tirkiye jî ji hebûna xwe ya li Suriyeyê bihebûna hêzên din ên wekî DYA, Rusya, İran, Fransa û welatêdin rewa dike.
Vê zirveyê da nîşan ku her çiqas encamname derketibe holê jîdi gelek waran de lihevkirinek di navbera van hêzan de tûneye. Mesela Rusya cardin meseleya İdlibê anî rojevê û xwest ku hêzên çekdar bên derxistin, an jî îmhakirin. Her wihacardin îhtimala operasyonê dûberakir. Li gel Tirkiyeyê Fransa û Almanya li hemberî vê yekî derketin.
Xalek girîng ya din jî avakirina bajarên wekî Gutayê û vegeramexdurên şer ên li Tirkiyeyê ne. Tirkiye çiqas di vê warê de dûdil be jî welatên din li hevhatine. Ev gav dê argümana herîmezin ya multeciyan ji destê Tirkiyeyê bistîne. Her wiha didestpêka encamnameya zirveyê de tê gotin ku “rêbazên leşkerîne çareserî ne û divê rê û rêbazên çareseriya siyasî di bin banêNY de bên ditîn.” Him ev gotin û him jî giştiya encamnameyêsedemên Tirkiyeyê ya êrişkirina Rojava ji dest stand. Li gel vêyekê ku ji îro şûnde Tirkiye êrişê Rojava bike, dê di qadanavneteweyî de jî wekî hêzekî dagirker bê bi navkirin.






